Kobanê êrîşên li ser Şengalê protesto kirin

Welatiyên Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Şengalê protesto kirin.

Kobanê êrîşên li ser Şengalê protesto kirin
Kobanê êrîşên li ser Şengalê protesto kirin
Kobanê êrîşên li ser Şengalê protesto kirin
Kobanê êrîşên li ser Şengalê protesto kirin
Kobanê êrîşên li ser Şengalê protesto kirin
16 tebax, 2018   17:52

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk ku duh li ser Şengalê hat kirin li qada Jina Azad a bajaraê Kobanê kom bûn û çalakiyeke potestoyê li dar xistin.

Çalakgeran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Ji komkujiyan re êdî bes e, êrîşên li ser Şengalê êrîş li ser mirovahiyê ye" vekiribûn.

Çalakî bi bîranîna şehîdan dest pê kir. Paşê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dîlber Yûsif axivî. Dîlber Yûsif got, "Gelê Êzidî duh 15‘ê Tebaxê beşdarî merasîma bîranîna şehîdên komkujiya gundê Koçûyê yê Şengalê ku çeteyên DAIŞ‘ê sala 2014‘an de pêk anîbûn, hevalê me Mam Zekî jî beşdarî merasîma bîranîna qurbaniyan bibûn. Di wê roja bi êş de ya bîranînê de dewleta Tirk êrîşeke hovane pêk anîn, di encamê de şehîd çêbûn, di nav de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî bû."

Dîlber her wiha di nava axaftina xwe de anî ziman ku Mam Zekî xizmeteke mezin pêşkêşî gelê Êzidî kir, ji bo ku êrîşên li ser gelê Şengalê ji raya giştî re aşkere bike gelek xebat da meşandin û bi hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û Iraqê û derve têkikî çêkir.

Dîlber Yûsif bal kişand li pêwîste Hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê derbarê êrîşê de helwesta xwe zelal bikin.

Paşê li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) Ehmed şêxo di derbarê êrîşên dagirkeriyê de got:" Belkî gelek caran me îşareta xiyanetê di dirêjiya dîrokê de kir lê tu carî sekina ku me xwest em li hember biskinin nehat sekinandin di dîroka duniya yê de xiyanet her dem hatiyê şermezarkirin."

Çalakî bi dirûmeyên "Bimre Erdogan, Bijî Şengal" bi dawî bû.

(sn)

ANHA