Li Tebqayê 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hindirîn hatin oxirkirin

Li herêma Tebqayê sê endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên ku di encama teqîna mayîna DAIŞ‘ê de şehîd bûn, hate oxirkirin.

Li Tebqayê 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hindirîn hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hindirîn hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hindirîn hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hindirîn hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hindirîn hatin oxirkirin
16 tebax, 2018   17:17

TEBQA

Endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn a qada Tebqayê Emar El-Xelef, Mihemed El-Ebdûl û Raşid El-Filac di encama teqîna mayînên ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê li Tebqayê şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê ji bo oxirkirina cenazeyên hersê şehîdan li ber nexweşxaneya Wetenî kom bûn.

 Girseya gel cenaze bi çîçek û wêneyên wan xemilandin û ber bi goristanan şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê toraneke leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn ve dest pê kir.

Hevserokê Komîteya Hindirîn a herêma Tebqayê Mezlûm Umer axivî û got, "Şehîdên me ji bo parastina me berdêlên giranbuha dan. Hêzên Ewlekariya Hindirîn roj û şev bajarê me diparêz, da ku destê xedirê yên ku dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin bi birîn.

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm El-Îbrahîm jî soza mezinkirina têkoşînê da.

Hevseroka Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Asya Xerbî jî ji aliyê xwe de ev tişt got, "Şehîd findên serkeftin û rizgarkirinê ne, ji her kesî re îsbat kirin ku ew dikarin xak û rumeta gel biparêzin û civaka exlaqî ava bikin. Em soz dikin ku em ê xeta wan bişopînin."

Wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenaze di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

(bb)

ANHA