Xebatên roja yekemîn a Kongreya 7‘an a Kongreya Star bi dawî bû

Xebatên roja yekemîn a Kongreya  7‘an a Kongreya Star li ser asta Rojava- Bakurê Sûriyeyê bi pêşniyar û nirxandinên xebatên du salan bi dawî bû. Kongrê dê sibe berdewam bike.

Xebatên roja yekemîn a Kongreya 7‘an a Kongreya Star bi dawî bû
16 tebax, 2018   16:45

QAMIŞLO

Kongreya 7`emîn a Kongreya Star li ser asta Rojava û Bakurê Sûriyê bi dûrişmeya vê sibehê ʺBi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikinʺbi beşdarbûna 700 delegeyan li navenda Aram Tîgran destpê kir.

Nûnerên ji rêxistinên jinan ên herêmên Bakurê Sûriyê, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Başûrê Krudistanê, Ewropa, YPJ û Asayîşa Jinê tev kongreyê bûn.

Xebatên roja yekemîn a Kongre bi rêzgirtin, axaftinên şandeya ji Başûrê Kurdistanê, nûnerên rêxistinên jin ên Bakurê Sûriyeyê, Reqa, Dêrazor û Tebqayê dest pê kir.

Her wiha rapora xebatên du salan ên kongre hate xwendin û nîqaş li ser hate kirin.

Di Kongrê de, êrîşa hawayî ya dewleta Tirk li ser Şengalê hate şermezarkirin.

Xebatên roja yekemî a bi pêşniyaran derbarê pêşxistina asta jinan bi da.

Li gorî komîteya amadekar kongrê di sibe bi nîqaşan li ser rêzikname, hilbijartinan rêveberiya nû û biryaran berdewam bike.

(bb)

ANHA