YPG`ê nasnameyên şehîdên berxwedana Cezaa aşkera kirin

YPG`ê nasnameyên 7 şervanên YPG û YPJ`ê ku di berxwedana Cezaa ya sala 2014`an de şehîd bûbûn, aşkera kirin.

YPG`ê nasnameyên şehîdên berxwedana Cezaa aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên şehîdên berxwedana Cezaa aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên şehîdên berxwedana Cezaa aşkera kirin
16 tebax, 2018   12:13

NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 7 şehîdên berxwedana Cezaa aşkera kirin. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Xwedî hişmendiya herî paşverû a rêxistina terorî ya DAIŞ’ê ku di sala 2013’an de derket holê û di demeke kurt de tevahî li Rojhilata Navîn û cîhanê de bandora wê belav bû, di encama berxwedanên qehremanî yên hêzên me YPG û YPJ’ê nîşan dane pêşiya mezinbûna rêxistina terorê a DAIŞ’ê girtiye û herêmên ku hatine dagirkirin careke din yek bi yek bi berxwedana hêzên me hatine bidestxistin. Ev çeteyên DAIŞ’ê ku li Iraq û Sûriyeyê bi dagirkirina bajaran a bi saetan de berovajî wê li Rojavayê Kurdistanê bi rojan şerên dijwar ku li gund û bajarokan de qewimî de çeteyên DAIŞ’ê negihaştin armancê xwe û li hemberî çalakiyên bibandor ên hêzên me derbeyên giran xwarine û neçar mane paşve bikişin. Ev berxwedanên mezin di encama dayîna bedelên ku zarokên egîd ên gelê me bi canê xwe dane, derketiye holê. Yek ji derbeyên giran ên herî bibandor li DAIŞ’ê hat xistin, şerê berxwedana Cezaayê ye.

Di navbera 19-30’ê Tebaxa 2014’an de bajarokê Cezaa ya girêdayê kantona Cizîrê berxwedana şervanên me yên YPG û YPJ’ê ku bi bêeman li hember DAIŞ’ê dane meşandin, em nasnameyên 7 rêhevalên xwe yên ku gihaştine şehadetê ji raya giştî re parve dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ne:

Nasnav: Awat Sîpan
Nav û Paşnav: Hesen Ciwan Merdî
Navê Dayikê: Zara
Navê Bav: Omer
Cihê Jidayikbûnê: Serdeşt
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23 Tebax 2014

*****

Nasnav: Eşref Reşîd
Nav û Paşnav: Elî Suheylî
Navê Dayikê: Tuba
Navê Bav: Mansur
Cihê Jidayikbûnê: Îlam
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23 Tebax 2014

*****

Nasnav: Gulbihar Gurbet
Nav û Paşnav: Mîna Burukîmîlan
Navê Dayikê: Sînem
Navê Bav: Mehmud
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 30 Tebax 2014

*****

Nasnav: Kemal Mêrdîn
Nav û Paşnav: Hayrettîn Gul
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19 Tebax 2014

*****

Nasnav: Mizgîn Ronahî
Nav û Paşnav: Emîne Keçelanlu
Navê Dayikê: Muxteber
Navê Bav: Xosrof
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23 Tebax 2014

*****

Nasnav: Newal Sefqan
Nav û Paşnav: Mizgîn Ozcan
Navê Dayikê: Qadriye
Navê Bav: Ethem
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19 Tebax 2014

*****

Nasnav: Rojger Sîdar
Nav û Paşnav: Abdullah Şakar
Navê Dayikê: Gogerçîn
Navê Bav: Emenulah
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23 Tebax 2014

Di vê berxwedanê de rihê fedayî ku her hevalê me derxistiye holê, bû sedema berxwedana ku hatiye meşandin, gihaştiye serkeftinê. Di vê berxwedana şerê mezin de em 7 rêhevalên xwe yên ku gihaştine şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin, li ser bingeha kevneşopiya berxwedanê ku şehîdên me ava kirine, heya ku em têkoşîna xwe ya azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin, em soza şerkirinê heya dawiyê dubare dikin.”