Dewreya Mam Zekî Şengalî ya perwerdeya ola êzdayetiyê dest pê kir

Mala Êzidiyan ya Kantona Hesekê yekemîn dewreya perwerdekirina rê û resmên ola êzdayetiyê ji zarokên Êzidî yên gundên kantonê re bi navê Dewreya Şehîd Mam Zekî Şengalî dest pê kir.

Dewreya Mam Zekî Şengalî ya perwerdeya ola êzdayetiyê dest pê kir
Dewreya Mam Zekî Şengalî ya perwerdeya ola êzdayetiyê dest pê kir
16 tebax, 2018   11:54

HESEKÊ

Li ser daxwaza welatiyên Êzidî yên kantona Hesekê ya herêma Cizîrê Mala Êzidiyan a bajarê Hesekê yekemîn dewreya perwerdekirina rê û resmên ola Êzidî ji zarokan re di bin navê Dewreya Şehîd Mam Zekî Şengalî de da destpêkirin. Dewre li gundê Qemer a bakurê bajarê Hesekê hate vekirin.

Di dewreyê de 41 zarokên ji pêkhateya Êzidî beşdar bûne û dê waneyên girêdayî rê û resmên ola êzdayetî û rastiya Melekê Tawûs û pîrozbahiya rojê wergirin.

Girêdayî mijarê zarokê bi navê Çîçek Bekir ê ji gundê El-Enteriyê kêfxweşiya xwe bi vekirina dewreyê anî ziman.

Çavdêrê perwerdeyê Selman Hemo ji aliyê xwe ve spasiya Mala Êzidiyan kir ku daxwaza welatiyan bersivand û yekemîn dewreya perwerdeya ola êzdayetiyê ji zarokan re da destpêkirin.

Şehîd Mam Zekî Şengalî duh di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de li dijî herêma Şengalê şehîd bûbû.

ANHA