Li Eyn Îsa dewreyeke amadekirina mamosteyan bi dawî bû

Li navçeya Eyn Îsa Komîteya Perwerde û Fêrkirinê dewreyeke amadekirina mamosteyên navçeyê û bajarokên wê bi dawî kir.

Li Eyn Îsa dewreyeke amadekirina mamosteyan bi dawî bû
Li Eyn Îsa dewreyeke amadekirina mamosteyan bi dawî bû
Li Eyn Îsa dewreyeke amadekirina mamosteyan bi dawî bû
16 tebax, 2018   12:16

GIRÊ SPÎ

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî dewreya perwerdeyê ji 585 mamosteyan re bi dawî kir. Dewreya perwerdeyê 45 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên li ser şêwaza dersdayînê, sîstema hundirîn a dibistan û mamosteyan û çawaniya dan û standina bi xwendekaran re hatin dayîn.

Yek ji mamosteyên ku tev li dewreyê bûbû, Ehmed El-Şaban tekez kir ku piştî ku ev çend sal e ji dibistanan dûr ketine, wan gelek sûd ji dewreyê girtin.

Her mamosteyek li gorî xwendina xwe di dibistanê de hatin diyarkirin. Ji bo asta seretayî 485 mamoste û ji asta amadeyî û navîn re 100 mamoste hatin diyarkirin.

Ji rêveberên dewreya perwerdeyê Beşîr Xenîme got bi hêvî hemû mamoste tişta ku ji perwerdeyê girtin di aliyê perwerdeya di dibistanan de bi kar bînin.

(bx)

ANHA