Piştî daxwaza şêniyan şaredariyê soza çareseriyê da

Şêniyên bajarê Hesekê ji Şaredariya Gel a bajêr xwest daran di nav parkên bajêr de biçînin. Ji aliyê xwe ve şaredariyê tekez kir ku ew ji bo bicihanîna daxwaza şêniyan dê bixebitin.

16 tebax, 2018   07:50

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Di salên destpêkê yên aloziya Sûriyeyê de, şêniyên bajarê Hesekê di zivistanê de darên parkan qut kirin û di germkirinê de bi kar anîn. Niha jî park bûne sergo û odeyên jeneratorên taxan.

Şêniyan ji bo vejandina parkan, ji Şaredariya Gel a Hesekê daxwaz kir ku vê pirsgirêkê çareser bike.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Mehmûd Hisên wiha got: "Em ji Şaredariya Gel a Hesekê dixwazin ku van parkan paqij bike, hindek pêlîstokên zarokan tê de bi cih bike, her wiha peyarêyên ku li derdora parkan sererast bike û parkan ronî bike."

Xalye Ehmo ji niştecihên taxa El-Nasre ye, ji şaredariyê xwest ku parkên giştî li bajêr bi çandina daran bixemilîne da zarok karibin li şûna kolanan li wir bilîzin.

Endama rêveber a Beşa Hawirdorê ya Şaredariya Gel a Hesekê Cîhan Xelîl di hevpeyvîneke bi ajansa me re destnîşan kir ku li bajêr 5 park hene û wiha got: "Şênî beşek ji parkan wek milkên xwe dihesibînin û çopê (sergo) diavêjin wir û ew sedema bingehîn a nebirêxistinkirina van parkan e."

Cîhan Xelîl wiha pê de çû: "Em wek şaredarî li bajarê Hesekê bi hêvî ne ku şênî bi me re hevkar bin û bi yekdestî parastina milkên gel bikin û her wiha em soz didin ku em ê çaraseriyên guncaw ji vê pisgirêkê re bibînin."

(şx)

ANHA