Hewldaneke nû ya Tirkiyeyê li Idlibê, agirbesta Hemas û Îsraîlê nêzîk dibe

Dewleta Tirk hewldanên xwe ji bo sifata "nerm" bide çeteyên Cebhet El-Nusra ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye didomîne. Dewleta Tirk hewl dide navê wê biguherîne yan veguhêze herêmeke din a di bin dagirkeriya wê de. Agirbesta di navbera Tevgera Hemas û Îsraîlê de jî nêzîk dibe, nemaze hemû alî berjewendiya xwe di vê agirbestê de dibînin.

Hewldaneke nû ya Tirkiyeyê li Idlibê, agirbesta Hemas û Îsraîlê nêzîk dibe
16 tebax, 2018   07:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kir. Rojnameyan bal kişand ser rewşa Idlibê û avakirina her du hikumetên Iraq û Lubnanê û nakokiyên di navbera aliyên wê de. Her wiha behsa aloziya di navbera tevgera Hemas û Îsraîlê û rola Misrê di pêkanîna agirbestê de kirin. Rojnameyan behsa daketina lîreya Tirkiyeyê û alîkariya Qeterê bi Tirkiyeyê re kir. Her wiha bal kişandin ser aloziya Yemenê û cezayên li ser Îranê.

Di navbera herêmên rêjîmê û Idlibê de korîdorek hate vekirin

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan behsa rewşa Idlibê kir. Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Vekirina dergeha Ebû Zihûr nîşana nêzîkbûna şerê Idlibê ye". Rojnameyê diyar kir ku li gorî çavkaniyeke ewlehiyê ya Sûriyeyê rêjîma Sûriyeyê îro dê dergeha Ebû Zihûr a li gundewarên başûrê rojhilatê Idlibê li pêşiya sivîlan veke da ku derbasî herêmên di bin serweriya hêzên rêjîmê de bibin. Pisporekî leşkerî yê Sûriyeyê aşkera kir ku ev tevgerên artêşa Sûriyeyê û belavbûna hêzên rêjîmê li hin herêman piştrast dike ku çalakiya leşkerî li Idlibê nêzîk bûye. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku rewşa herêmên kêmpevçûn li Sûriyeyê tevî hin pevçûnên biçûk aram in.

Hewldanên helandina El-Nusra yan veguhastina wê ji Idlibê

Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Parastina Idlibê girêdayî helandina 'El-Nusra" yan dûrxistina wê ye". Rojnameyê ragihand ku opozîsyona Sûriyeyê li benda encamên hevdîtinên Rûsya û Tirkiyeyê ne da ku çarenûsa parêzgeha Idlibê nas bikin. Li rex vê yekê rêjîm belavkirina hêzên xwe li deverên nêzî Idlibê didomîne û amadekariya çalakiyeke leşkerî dike.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku hemû çavkaniyên opozîsyonê û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku niha zext li Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) tê kirin da ku xwe bihelîne yan jî ji Idlibê derkeve, da ku êrîşa hêzên rêjîmê were pûçkirin. Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman ji rojnameyê re diyar kir ku dibe Cebhet El-Nusra ber bi gundewarê bakurê rohilatê Helebê ve were veguhastin, heta ku lihevkirinek ji bo helandina wê pêk tê. Ebdilrehman got ku kêşeya sereke ya Heyet Tehrîr El-Şam çarenûsa rayedar û endamên biyanî ne û çawa dê danûstandina wan bikin."

Ji bo normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re Nesrullah zextê li Herîrî dike

Girêdayî mijara Lubnanê rojnameya El-Heyat di nivîseke xwe de diyar kir ku serokê Hizbullah Hesen Nesrullah astengiyên siyasî li pêşiya hikumetê aşkera kirin û zextê li Seed El-Herîr dike da ku têkiliyan bi Sûriyeyê re normalîze bikin.

Agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de nêzîk dibe

Der barê mijarên Filistînê de jî rojnameya El-Ereb di nivîseke xwe de diyar kir ku tevî rewşa siyasî ya li Îsraîl û Filistînê pêkanîna agirbestê di navbera Tevgera Hemas û hikumeta Îsraîlê de bi navbênkariya Misrê ji her demê bêtir nêzîk bûye.

Rojnameyê ragihand ku danûstandinên veşartî û aşkera hatine lidarxistin, diyar dike ku agirbest daxwazeke Îsraîl, Hemas, Amerîka, Navnetewî û Misrî ye û hemû alî berjewendiya xwe di vê agirbestê de dibînin.

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Heyat jî di nivîseke xwe de diyar kir ku Misir hevpeymaneke agirbestê pêşkêşî Îsraîl û Filistînê dike û serokê Istixbarata Giştî ya Misrê Tugay Ebas Kamil serdana Til Evîv kir û hewl dide lihevkirinekê di 4 dosyeyan de pêk bîne û piştre berê xwe da Ramellah û heman pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. serok Mehmûd Ebas jî ragihand ku berjewendiya Filistînê girêdayî yek hikumet, yek qanûn û yek çek e û hebûna milîsan li herêma Xezayê red kir.

Qeter soz dide Tirkiyeyê bêyî ku tu tedbîrên rasterast wergire

Girêdayî mijar û aloziya aborî ya Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Alîkariyeke Qeterê bi lîreya Tirkiyeyê re tune ye û sozên razemenîkirinan". Rojnameyê diyar kir ku ragihandina Qeterê ya pêkanîna razemeniyan li Tirkiyeyê di paşerojê de bi 15 milyar dolar aşkera dike ku Dewha naxwaze tedbîrên rasterast ji bo alîkariya bi lîreya Tirkiyeyê re werbigire. Qeterê li şûna ku alîkariyê bide sozên şeklî dide Erdogan.

Îran bazirganiya xwe bi Iraqê re berfireh dike

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya El-Heyat di nivîseke xwe de diyar kir ku Îran hewl dide bazirganiya xwe li Iraqê xurt bike. Sefareta Amerîkayê li Bexdayê jî bersiva berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîka der barê têkiliyên Iraqê bi cezayên li ser Îranê re da û piştrast kir ku tu binpêkirin pêk nehatine.

Der barê xebatên avakirina hikumeta nû ya Iraqê de jî rojnameya El-Ereb di nivîseke xwe de got ku bloka sunnî bi 53 parlemanteran derbasî pêşbirka avakirina hikumetê dibe.

Hûsî welatiyên Hece neçarî koçberiyê dikin

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat di nivîseke xwe de diyar kir ku milîsên Hûsî welatiyên gundê El-Sade ya parêzgeha Hece neçarî koçberiyê dikin. Rojnameyê her wiha ragihand ku artêşa Yemenê li parêzgeha El-Dirêhmî kunên milîsên Hûsiyan paqij dikin.