7.Kongreya Kongra Star destpê kir

Kongreya 7`emîn a Kongreya Star li ser asta Rojava û Bakurê Sûriyê bi dûrişmeyaʺBi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikinʺbi beşdarbûna 700 delegeyan li navenda Aram Tîgran destpê kir.

7.Kongreya Kongra Star destpê kir
7.Kongreya Kongra Star destpê kir
7.Kongreya Kongra Star destpê kir
16 tebax, 2018   08:15

QAMIŞLO

Kongre li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo tê lidarxistin. Nûnerên ji rêxistinên jinan ên herêmên Bakurê Sûriyê, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Başûrê Krudistanê, Ewropa, YPJ û Asayîşa Jinê tev kongreyê bûn.

Cihê kongreyê bi ala Kongreya Star, wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye xemlandin.

Kongre bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê, Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd axaftina vekirinê kir û bal kişand ser têkoşîna jinê  di pêvajoya şoreşê li Sûriyê de.

Evîn diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmên ku dagir kirine kiryarên hovane li dijî jinan dane meşandin, lê bi saya YPJ`ê dikaribû şerê hêza tarî û zordar bikin.

Her wiha Evîn Siwêd rola Kongreya Star di hemû aliyan de bi bîr xist û got  ev kongre wê guhartinan bi xwe re bîne da ku asta têkoşîna jinê li hundir û derve Sûriyê bilind bikin.

Li gorî komîteya amadekar a kongreyê, wê kongre du rojan dewam bike. Roja yekê wê axaftin werin kirin, her wiha rewşa siyasî wê were nîqaşkirin, rapora xebatê ya duh salan a Kongreya Star were xwend û nirxandin.

Roja duyemîn jî wê rêziknameya Kongreya Star were xwendin û nîqaşkirin û hilbijartin ji bo desteyên rêveber ên nû werin kirin.

(kc)

ANHA