Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê agir bi daristanê xist

Artêşa Tirk a ku li Bakurê Kurdistanê bi ‘operasyonên leşkerî’ agir bi daristanan dixin, li derdora gundê Deştê Kafya û Gundê Guzê ya herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê agir bi daristanê xist.

Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê agir bi daristanê xist
15 tebax, 2018   15:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Tirkiyeyê duh piştî nîvro derdora gundên Deştê Kafya û Gundê Gûzê ya qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.

Ji ber bombebaranê agir bi daristanê ket û agir hê nehatiye tefandin.