Nezîfa Xelo salvegera rizgarkirinê li gelên Bakurê Sûriyeêy pîroz kir

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Nezîfa Xelo salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê li tevahî gelê Bakurê Sûriyeyê pîroz kir û spasiya QSD‘ê kir ku destek da Meclisa Leşkerî ya Minbicê di pêngava rizgarkirinê de.

Nezîfa Xelo salvegera rizgarkirinê li gelên Bakurê Sûriyeêy pîroz kir
Nezîfa Xelo salvegera rizgarkirinê li gelên Bakurê Sûriyeêy pîroz kir
Nezîfa Xelo salvegera rizgarkirinê li gelên Bakurê Sûriyeêy pîroz kir
15 tebax, 2018   15:31

MINBIC

Pîrozbahiya salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê didome.

Tevlêbûna çalakiyên pîrozbahiyê zêde dibe.

Di pîrozbahiyê de piştî rêzgirtinê Hevserokê Komîteya Parastinê ya Minbicê Qasim Remo axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û soza parastina destkeftiyên Minbicê da.

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Minbicê Nezîfa Xelo, bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê axivî û got, " Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê em bi xêrhatina şandeyên ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê hatine dikin û salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê ku 3 bi salan di tariyê de mabû li tevahî gelê Bakurê Sûriyeyê dikin."

Nezîfa Xelo, her wiha xebatên Meclisa Leşkerî ya Sivîl a Minbicê û gavên ku piştî rizgarkirinê hatine avêtin parve kir.

Nezîfa Xelo, her wiha spasiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir ku di rizgarkirinê bajar de kedeke mezin da û got, "Em bi hêvî bûn ku em sala bê di bin bane Sûriyeyek azad û demokratîk salvegera Minbicê pîroz bikin.

Piştre,  komên ji bajarê Tebqayê hatine şanoyek pêşkêş kir, her wiha koma dîlanên filklorî ya erebî ya zarokan dîlan pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi axaftinan didome.

(bb)

ANHA