YCR‘ê navenda xwe li navçeya Şêrawa vekir

Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) navenda xwe li gundê Aqîba yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi navê "Şehîd Hawar"vekir.

YCR‘ê navenda xwe li navçeya Şêrawa vekir
YCR‘ê navenda xwe li navçeya Şêrawa vekir
YCR‘ê navenda xwe li navçeya Şêrawa vekir
YCR‘ê navenda xwe li navçeya Şêrawa vekir
15 tebax, 2018   16:22

EFRÎN

Yekitiya Ciwanên Rojava ya kantona Efrînê di çarçoveya Pêngava "Serî Hilde" de navenda xwe li gundê Aqîba ya navçeya Şêrawa bi navê "Şehîd Hawar" vekir.

Bi tevlêbûneke mezin a ciwanên navçeyê û sedan şêniyan merasîma vekirinê hate li darxistin.

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de. Rêveberê Yekitiya Ciwanên Rojava ya navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê Aldar Engîn axivî û got, "Bi rihê Berxwedana Serdemê û bi berxwedana ciwanên Efrînê yên ku berxwedana ji Pêngava 15‘ê Tebaxê girtinee em vekirina navendê li tevahî gelê Efrînê pîroz dikin."

Engîn destnîşan kir ku gelê Efrînê 58 rojan li hemberî dîktatoriya Tirkiyeyê li her cura çekên giran bi kar anîn li ber xwe da û ji cîhanê re bû mînaka gelê şoreşger ê berxwedêr.

Şerîta vekirina navendê ji aliyê dayika şehîd Hawar ve hate vekirin.

Di navendê de waneyên endamên Yekitiya Ciwanên Rojava (Gerzan, Hawar û Birûsk) yên di demên dawî de li kantona Şehbayê di dema ku herêma ji mayînên çeteyên DAIŞ‘ê şehîd bûn, hatin daliqandin.

Merasîm bi gerandina xelekên dîlanan û berizkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

ANHA