Di bombebarana Şengalê de sivîl birîndar bûn – Hat Nûkirin

Balafirên şer ku nayê zanîn aydê kê ne, li Geliyê Şilo yê Şengalê wesayîtek a sivîlan bombebaran kir.

Di bombebarana Şengalê de sivîl birîndar bûn – Hat Nûkirin
15 tebax, 2018   14:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku balafirên şer ku nayê zanîn aydê kê ne, danê êvarê saet di 17.00’da Geliyê Şilo yê dikeve rojavayê Şengalê bombebaran kir.

Li gorî agahiyan sayereyek sivîl kiriye hedef û kesên di seyareyê de birîndar bûne. 

Li herêma ku bombebaran didome de, balafirên keşfê jî digerin.

ANHA