Li Efrînê 15 welatî hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, ji gundê Qestel Kişkê yê navçeya Şerayê 15 sivîl revandin.

Li Efrînê 15 welatî hatin revandin
15 tebax, 2018   14:27

EFRÎN

Çavkaniyekî ji navçeya Şera ya Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê îro 15 sivîl ji gundê Qestel Kişkê revandin.

Çavkaniyan dest nîşan kir ku çeteyan kesên revande destpêk bi daran ve girêda dan û ew êşkece kirin paşê birin cihekî ne diyar.

Li gorî heman çavkaniyê ku agahiyên xwe ji malbatên welatiyên hatine revandin girtine sedema revandina sivîlan xwestina fîdyey

(şx)

ANHA