ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-08-2018
15 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Konferansa xwe ya 6‘an li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê li dar dixe. Saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi Wesîleya Salvegera 34‘an a Pêngava 15‘ê Tebaxê li bajarê Hesekê şahiyeke navendî li dar dikeve. Saet 18:00. Li bajarê Qamişlo jî bi heman armancê meşekê li çerxeriya Osaman Sebirî ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo tê birêxistinkirin. Saet 17:00. Li Taxa Şêxmeqsûd a Helelebê jî li hola Şeqîf pîrozbahiyek tê lidarxistin. Saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyên bajarê Minbicê 15'ê Tebaxê wek rojeke ciyawaz dibînin. Ev roj li ba welatiyan dîrokî ye û di vê rojê de rizgarkirina bajarê Minbicê ji destên terorîstan piştî sê salan ji dagirkeriyê hate ragihandin. Di van salên dagirkeriyê de welatiyên herêmê rastî trajediyên cuda li ser destên çeteyan hatin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Qamişlo destnîşan kirin ku bi saya ramanê Ocalan biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyên herêmê de xurt bû û jin di her qadan de roleke pêşeng lîstin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî ku QSD rizgarkirina giştî beyar û çolistana Cizîrê ji bajarê Hesekê ber bi bajarê Dêrazorê ve ragihand, êdî mijara tunekirina DAIŞ'ê li giştî rojhilatê çemê Firatê li ber dest e. QSD di amadekariya xwe ya şerê nû de armancên stratejîk ji xwe re bingeh digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Farûq Elmaşî diyar kir ku bajarê Minbicê yek ji bajarên herî ewle ye. Elmaşî da zanîn ku hemû destkeftiyên li Minbicê bi saya xwîna şehîdan pêk hatiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîr û bijîşkên herêma Cizîrê hevdîtinên rayedarên MSD‘ê û rêjîma Sûriyeyê gaveke erênî nirxandin û diyar kirin ku diyalogên Sûrî-Sûrî nûnertiya sûriyan dike û dê bibe çareseriya herî guncaw a aloziyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl semînerekê li ser geşedanên dawîn li ser asta Bakurê Sûriyeyê dide. Semîner li navenda Yekîtiya Nivîskarên Kurd a bajarê Qamişlo tê organîzekirin. Saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Tirkiye Dawûd ji şêniyên Amûdê ye. Hunera dirûtina cilûbergên kurdî ji diya xwe fêr bûye. Bi vê pîşeyê debara xwe û malbat xwe pêk anî. Her wiha Tirkiye bi rêya pîşeya xwe dixwaze reseniya cilûbergên kurdî biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Helbestvana Kurd Şêraz Hemo got: Pergalên kapîtalîzm di êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê de di serî de jin dikin hedef, ji ber jin civakî hemû ye. Li hemberî van êrîşan divê jin hevgirtina xwe xurt bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Li gundê Eqîba yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê navenda Yekîtiya Ciwanên Demokratîk bi merasîmekê tê vekirin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Piştî bidawîkirina çandina mewsima havînê, cotkarên navçeya Tirbespiyê amadekariyên çandina sebzeyên payîzê dikin. Her wiha bang li saziyên têkildar ên Rêverberiya Xweseriya Demokratîk kirin ku cureyên baş ji dermanên dijî nexweşî û kurmikên bizirar ji wan re peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Reqayê qadên berfireh bi garis çandine. Lê ji ber belavbûna kurmikan hilberîn gelek ziyan dibîne. Her wiha ji ber tunebûna dermanên kurmikan ên pêwîst û rewşa hewayê ev diyarde zêde bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Eyn Îsa piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê, êdî xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibin û ji bo jinûveavakirina malên xwe, ketine nava seferberiyê. Di vê çarçoveyê de jî bi dehan kargehên blokan li navçeyê hatine vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA