Bagera Cizîrê û mijara sereke di şerê QSD'ê de

Piştî ku QSD rizgarkirina giştî beyar û çolistana Cizîrê ji bajarê Hesekê ber bi bajarê Dêrazorê ve ragihand, êdî mijara tunekirina DAIŞ'ê li giştî rojhilatê çemê Firatê li ber dest e. QSD di amadekariya xwe ya şerê nû de armancên stratejîk ji xwe re bingeh digire.

Bagera Cizîrê û mijara sereke di şerê QSD'ê de
15 tebax, 2018   05:06

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hemleya Bagera Cizîrê li gundewarên başûrê Hesekê ber bi herêma El-Dişêşa ve di Hezîrana borî de da berdewamkirin, koordîne bi artêşa Iraqê re kir û bi alîkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê rizgarkirina giştî sînorê di navbera herêma Cizîrê û Iraqê de wek armanca sereke diyar kir.

Di vê qonaxê de QSD'ê bi alîkariya sîwana ezmanî ya Koalîsyona Navneteweyî û Odeya Çalakiyên hevbeş di navbera QSD'ê û artêşa Iraqê de karibû serkeftinên mezin û lezgîn li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ser xeta sînor û çolistana başûrê Hesekê de bi dest xwe ve bîne. Piştî du hefteyan ji şer û pevçûnên dijwar, bajarokê El-Dişêşa ya stratejîk li çolistana başûrê Hesekê rizgar kir.

Berdevka Odeya Çalakiyên Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdullah ji ajansa me ANHA'yê re diyar kiribû ku rizgarkirina El-Dişêşa destkeftiyeke mezin bû û bi alîkariya Koalîsyona Navneteweyî û koordîneya bi artêşa Iraqê re pêkhatiye. Her wiha korîdorekî mirovahî ji welatiyên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bûn hate vekirin.

Pêngavên ewlehî li ser asta hundirîn, herêmî û navneteweyî

Hemleya QSD'ê ji ber çalakiyên koordîneya herêmî û nanveteweyî di şerê li dijî terorê de gelekî deng veda. QSD'ê li dirêjahiya sînor xalên hevbeş di navbera QSD'ê û artêşa Iraqê de ava kirin. Nemaze piştî ku Odeya Çalakiyan a Hevbeş hate avakirin da ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de koordîneya hev û du bikin.

QSD'ê her wiha xalên çavdêriyê yên hevbeş di navbera QSD'ê û Hêzên Koalîsyonê yên bejahî de li nêzî deverên sînorê bi Iraqê re ava kirin, da ku rewşa şerê tunekirina DAIŞ'ê li herêmê bişopînin.

Der barê rewşa ewlehî li herêmên rizgarkirî, endamê fermandariya QSD'ê Şêrko Hesekê ji ajansa me ANHA'yê re da xuyakirin ku çalakiyên wan ên paqijkirina giştî herêmê bi rêk û pêk berdewam in û heta niha bi dehan endamên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê girtine. Şêrko Hesekê destnîşan kir ku yekîneyên wan ên taybet xebatên xwe bêbandorkirina mayinan didomînin da ku welatî karibin vegerin mal û gundên xwe.

Bajarokê Hecîn aê stratejîk û mijara sereke di şerê QSD'ê de

Piştî ku giştî beyar û çolistana herêma Cizîrê hate rizgarkirin, êdî çav li bajarokê Hecîn in, baregeha herî dawî û stratejîk ya çeteyên DAIŞ'ê li aliyê rojhilatê çemê Firatê ye.

Stratejîkbûna bajarokê Hecîn ew e ku ji sê aliyên wê ve çemê Firatê diherike û ev deveke bi dar û ber e ku çete dikarin bi hêsanî têde tevbigerin û xetên xwe yên parastinê ava bikin. Nemaze bajarokê Hecîn baregeha herî dawî û girîng a DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê ye.

Hin fermandarên QSD'ê li eniya Hecîn destnîşan kirin ku hejmara çeteyan li vê herêmê di navbera 4 heta 7 hezaran de ye û piraniya wan biyanî û serçeteyên DAIŞ'ê ne û bajarokê Hecîn ji xwe re weke kelehekê bikar tînin. Komên çete di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de ber bi vê deverê û herdu bajarokên El-Şehfê û El-Sûs ên girêdayî herêma Bokemal ve vedikişiyan.

Rizgarkirina sivîlan bi baldarî dibe û vekirina korîdorekê mijara sereke ya QSD'ê ye

Mijara herî girîng ku QSD'ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî dide pêşiya xwe ew e ku welatiyên sivîl ên di bajêr de mane bi ewle rizgar bike, nemaze çeteyên DAIŞ'ê di hemû tevger û êrîşên xwe de van welatiyan weke mertalên zindî bikar tîne.

Di berdewamkirina qonaxa duyemîn a Hemleya Bagera Cizîrê de hêzên Koalîsyona Navneteweyî du caran belavok bi ser bajêr de berdan da ku welatî karibin xwe ji komên çete yên DAIŞ'ê dûr bixînin, beriya ku êrîşeke QSD'ê pêk were.

QSD'ê heta niha karibû korîdorekî ji welatiyan re vebike û bi sedan sivîl têre hatin rizgarkirin. Niha hêzên QSD'ê û Koalîsyona Navneteweyî ji tunekirina DAIŞ'ê ve li giştî herêma rojhilatê çemê Firatê bêtir nêzîk dibin. Li hemberî vê yekê jî dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe hewl dide hebûna çeteyan ji nû ve vejîne û bandorê li pêşveçûna hemleya Bagera Cizîrê bike. Tirkiye di vê çarçoveyê de êrîşên xwe û komên çete yên girêdayî wê bi ser herêmên din ên rizgarkirî ve dibe.

Niha her kes li benda ragihandina saeta sifrê ye da ku rê ji welatiyên sivîl re were vekirin û karibin vegerin warên xwe û jiyana xwe ji nû ve bi aramî û ewlehî vejînin û xwe bi rêxistin bikin.

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>