Pompeo bi Selman re geşedanên herêmê gotûbêj dike

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi tacîdarê Siûdiyê Mihemed Bin Selman re di peywendiyeke telefonê de rewşa li Sûriye, Iraq, Afganistan û Yemenê gotûbêj kir.

Pompeo bi Selman re geşedanên herêmê gotûbêj dike
14 tebax, 2018   08:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û tacîdarê Siûdiyê Mihemed Bin Selman di peywendiyeke telefonê de gelek dozên hevbeş ên li qada herêmî û navneteweyî gotûbêj kirin.

Ajansa Nûçeyan a Siûdiyê (SPA) ragihand ku tacîdarê Siûdiyê mîr Mihemed Bin Selman Bin Ebdilezîz tacîdarê cîgirê serokê meclisa wezîran û wezîrê parastinê peywendiyeke telefonê ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo wergirt.

SPA’yê ragihand ku di peywendiyê de gelek dozên hevbeş ên li qada herêmî û navneteweyî gotûbêj kirine.

Di daxuyaniyeke Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de hate gotin ku Pompeo peywendiyeke telefonê bi tacîdarê Siûdiyê re kiriye û rewşa li Sûriye, Iraq, Afganistan û Yemenê gotûbêj kiriye.