QSD`ê malbateke din a Êzidî ji DAIŞ`ê rizgar kir

Yekîneyeke QSD`ê duh di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya bakurê Dêrazorê de, malbateke Êzidî ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.

QSD`ê malbateke din a Êzidî ji DAIŞ`ê rizgar kir
14 tebax, 2018   08:31

NAVENDA NÛÇEYAN

QSD di çarçoveya operasyona hevbeş a bi artêşa Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî re, operasyona paqijkirina herêmên rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê û rizgarkirina sivîlan didomîne. Di vê çarçoveyê de, yekîneyeke ji Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) malbateke Êzidî ji dayik û 4 zarokên wê pêk tê, li qeraxa rojhilat a çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, navên kesên hatine rizgarkirin wiha ne: Dayika Xezal Coqî û zarokên wê Daliya, Hebîb, Elî û Samî.

QSD`ê malbat radestî Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir û meclisê jî radestî desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokeratîk û Têkiliyên YPJ`ê kir. YPJ`ê beriya niha bi demekê komîteyeke taybet ava kir da ku êzidiyên têne rizgarkirin, wan bihewîne û piştre radestî Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê bikin. 

Piştî ku pêşmergeyên PDK’ê û artêşa Iraqê xwe ji Şengalê vekişand, çeteyên DAIŞ`ê Şengal dagir kir û bi hezaran ji şêniyên wê qetil kirin. Her wiha bi hezaran ji şêniyên wê ku piraniya xwe jin û zarok bûn, revandin.

(kc)

ANHA