Dayikên şehîdan: Rêxistinên mirovî binpêkirinên dewleta Tirk paşguh kirine

Dayikên şehîdên taxa Şêxmeqsûdê nerazîbûnên xwe der barê tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de hatiye ferz kirin anîn ziman. Her wiha ji rêxistinên mafên mirovan daxwaz kir ku bi erkên xwe rabin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdê rake.

Dayikên şehîdan: Rêxistinên mirovî binpêkirinên dewleta Tirk paşguh kirine
14 tebax, 2018   08:21

MIHEMED EBDO / HELEB

Dewleta Tirk daxwaznameyên serlêdanê yên parêzer û malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gelek hincetan qebûl nake.

Girêdayî vê mijarê hin dayikên şehîdan li taxa Şêxmeqsûd li bajarê Helebê nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Dilîşan Osman dayika şehîd Mistefa wiha got: "Ocalan ji bo gelê xwe û gelên bindest li dijî kapîtalîzmê tê koşiya. Ji ber wê dewleta Tirk xwest ku bi rêya girtina serok vîna gel bişikîne û doza wan têk bibe."

Her wiha dayika şehîd Mistefa diyar kir ku gelên ku ji fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd têr vexwarine û li ser rêya azadiyê ya ku Ocalan ji wan re li ser hîmên demokrasiyê û azadiyê xêz kiriye dimeşin, azadiya wî dixwazin.

Di dawiyê de Dilîşan got ku ew ta rizgarkirina Ocalan di têkoşîna xwe de berdewam in.

Rêxistinên mirovî li ku derê ne?

Nehle Reşîd dayika şehîd Reşîd jî wiha axivî: "Em nahêlin ku Erdogan û kesên girêdayî wî li ber pêkanîna azadiya Ocalan bibin asteng. Ocalan ji bo rizgariya gelên bindest ên ku ji ber pergalên zordest azar kişandine, tê koşiyaye." Her wiha Nehle ev pirs pirsî: "Rêxistinên mirovî û yên mafên mirovan ji van binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li ku derê ne?"

Ji aliyê xwe ve dayika şehîd Faris, Sultanê Reşîd jî wiha got: "Em ê ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe berdewam bikin. Ocalan hemû fikr û felsefeya xwe ji gelan re bexşandiye."

(şx)

ANHA