Asayîşa Til Hemîsê bazirganekî hebên hişbirê girt

Hêzên Asayîşê li navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo bazirganekî hebên hişbirê girt. Bi bazirganê hişbirê re 3 hezar hebên hişbirê jî hatin girtin.

Asayîşa Til Hemîsê bazirganekî hebên hişbirê girt
Asayîşa Til Hemîsê bazirganekî hebên hişbirê girt
14 tebax, 2018   07:41

QAMIŞLO

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ragihand ku Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî piştî agahiyên ku gihaştin destê wan û şopandineke bibaldarî, bazirganê hebên hişbirê ku bi wî re 3 hezar hebên ji cureya Kbetikol hebûn, girt.

Navena Ragihandina Asayîşê diyar kir ku kemîna girtina wî li ser rêyekê li bejahiya başûr a navçeya Til Hemîsê pêk hatiye.

Li gorî agahiyên ku rêveberên Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Asayîşa Til Hemîs dane, bazirganê hebên hişbirê ji Komîteya Lêpirsînê re hatiye veguhastin da ku der barê wî de biryarên zagonî werin dayîn.

(kc)