'Li Idlibê jiyana sivîlan di metirsiyê de ye'

Endamê Rêveberiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Miwefeq El-Ehmed diyar kir ku çareseriya dîplomasî li Idlibê gelekî lawaz e û êrîşên leşkerî zêde dibin û Tirkiye jî li ser hesabê xwîna sivîlan li Idlibê hewl dide berjewendiyên xwe pêk bîne. El-Ehmed banga bilindkirina asta xebatên parastina jiyana welatiyên sivîl kir.

'Li Idlibê jiyana sivîlan di metirsiyê de ye'
14 tebax, 2018   07:18

KELSÛMA ELÎ / QAMIŞLO

Endamê Rêveberiya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Miwefeq El-Ehmed di hevpeyvînekê de ji ajansa me ANHA'yê re behsa rewşa Idlibê kir û got ku gelek senaryo li Idlibê tên meşandin û diyar e çareseriya leşkerî di ser çareseriya dîplomasî re tê wergirtin, nemaze ji ber nakokiyên navneteweyî û nêzîkbûnên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de bi taybet piştî civîna Astanaya dawî, çareseriya dîplomasiyê gelekî lawaz e.

El-Ehmed da zanîn ku Rûsya hewl dide rewşa li Idlibê bi dawî bike û biryara xwe ya hemleyeke leşkerî li parêzgeha Idlibê piştî êrîşên li dijî baregeha Himêmîm standiye. El-Ehmed got ku hevbendiyên kevn û nû hene û dê li ser erdê li Idlibê bêne zelalkirin. Hevbendiya di navbera Rûsya û rêjîma Sûriyeyê de hê jî berdewam e û dibe hevbendî yan lihevkirineke Rûsya û Tirkiyeyê der barê Idlibê de pêk were."

Miwefeq El-Ehmed destnîşan kir ku rêjîma Sûriyeyê çalakiyên xwe yên leşkerî li Idlibê di van rojên dawî de zêde kirine û gelek navendên komên çete yên li gundewarên Idlibê û Laziqiyê topbaran kirin û wiha anî ziman: "Ev çalakiyên topbaranê çalakiyeke leşkerî ya berfireh li Idlibê nîşan dide."

Girêdayî siyasetên Tirkiyeyê li Idlibê El-Ehmed got ku Tirkiye di bingeh de hebûna xwe li ser nakokiyan xurt dike ku ji ber van sedeman derbasî Sûriyeyê bûye. Tirkiyeyê di Sûriyeyê de bi roleke neyînî rabû û wiha domand: "Siyaseta Tirkiyeyê li taxên rojhilatê Helebê bi hevpeymana di navbera wê û Rûsyayê de eşkere bû. Ji bo Tirkiye Cerablûs û Babê dagir bike taxên Helebê radestî rêjîma Sûriyeyê kirin û beriya niha jî ji bo herêma Efrînê dagir bike herêma Xota radestî rêjîmê kir."

El-Ehmed diyar kir ku ji ber van siyasetên Tirkiyeyê û girêdestên wê yên qirêj tenê gelê Sûriyeyê dibe qurbanî û wiha anî ziman: "Niha gelê Idlibê li pêşiya kambaxiyeke mezin e. Tirkiye amade ye ji bo berjewendiyên xwe biparêze, rê li pêşiya lehiyên xwînê li Idlibê vebike".

Endamê Rêveberiya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Miwefeq El-Ehmed  di dawiya axaftina xwe de xwe spart raporên rêxistinên mirovahî û got ku eger çalakiyeke leşkerî li Idlibê pêk were jiyana bi milyonan di metirsiyê de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek welatiyên Sûriyeyê tu carî rijandina xwînê napejirînin. Divê senaryoyên li Xota û Helebê û hin herêmên din li Idlibê neyên dubarekirin û ji bo parastina jiyana welatiyan, asta xebatan were bilindkirin."

ANHA