Malbatên şehîdên Tebqa rûxandina goristana Ş.Avesta Xebûr şermezar kirin

Saziya Malbatên Şehîdan a HerêmaTebqayê rûxandina goristana Ş.Avesta Xabûr a kantona Efrînê ji aliyê leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve şermezar kirin.

Malbatên şehîdên Tebqa rûxandina goristana Ş.Avesta Xebûr şermezar kirin
13 tebax, 2018   19:45

TEBQA

Duh bişev, ajansa me dîmenîn rûxandina goristana Ş.Avesta Xebûr a kantona Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve weşand.

Li hember vê kiryarê şêniyên bajarên Bakurê Sûriyeyê bertek nîşand dan û artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin.

Girêdayî vê mijarê endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê li ber navenda meclisê ya li taxa Sanî ya li bajarê Tebqayê kom bûn û binpêkirinên artêşa tirk a dagirker bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê endamê rêveber ê Saziya Mablatên Şehîdan Abdulkerîn Ibrahîm ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye

" Erdogan Îro dîroka kalûpîrên xwe yên Osmanî li ser şopa DAIŞ'ê vejîn dike. Tirkiyê rojane hemû şarestaniyan talan dike, hemû deverên dîrokî yêb li Efrînê dirûxîne. Em bi xwîna şehîdan soz didin, ku her bostek ji xaka vî welatî bi saya leşker û birêvebirina fermendarên me yên leşkerî û sivîl dê were rizgar kirin û em Efrîn di bi destê dagirkera Tirk û çeteyên wê nahêlin."

(şx)

ANHA