Şêniyên Minbicê helwestên xwe piştî rizgarkirinê vedibêjin

Şêniyên Minbicê bi rasthatina salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê kêfxweşiya xwe anîn ziman û tekez kir ku bajar piştî rizgarkirinê di nav aramî û ewlehiyê de ye û gelek pêşketin di hemû waran de pêk hatine.

Şêniyên Minbicê helwestên xwe piştî rizgarkirinê vedibêjin
13 tebax, 2018   08:03

MINBIC

Bajarê Minbicê di 12'ê Tebaxa 2016'an de ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê hat rizgar kirin.

Şêniyên bajarê Minbicê bi rasthatina salvegera duyemîn a rizgarkirinê re hestên xwe ji ajansa Hawarê re parve kirin.

Welatiyê bi navê Mihemed El-Seto wiha got: "Em di nav aramî û ewlehiyê de dijîn. Divê şêniyên Minbicê li hemberî tehdîdan yek bin. Bajarê me wêran bû, divê em hemû bi yekitî bajarê xwe ava bikin."

Her wiha welatiyê bi navê Ehmed El-Mitleq jî hestên xwe wiha bi lêv kirin: "Piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê, bajar vegerî xwezaya xwe. Minbic niha bi saya keda Hêzên Ewlekariyê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê di nav aramî û ewlehiyê de dijî û gelek pêşketin di warên xedemî, aborî û çandî ve pêk hatine."

Têkildarî vê mijarê, welatiyê bi navê Ehmed El-Xelef jî wiha got: "Bajarê Minbicê gelek rojên tarî di dema serweriya DAIŞ'ê de borandin. Lê niha piştî rizgarkirinê di nav aramî û ewlehiyê de ye." Her wiha El-Xelef hêviya belavbûna aramiya bajarê Minbicê li hemû deverên Sûriyeyê xwest.

(şx)

ANHA