MÎT li Başûr li pey provokasyonan e

Hate zanîn ku yekîneyeke endamên MÎT’ê li bakurê bajarokê Dukanê yê girêdayî Silêmaniyê bi navê faaliyetên çavdêrî û keşfê dest bi hewldanên provokasyonan kiriye.

MÎT li Başûr li pey provokasyonan e
13 tebax, 2018   07:53

SILÊMANÎ

Endamên MÎT’a dewleta tirk li Başûr faaliyetên xwe zêde kirine û nayê zanîn bê ka haya rayedarên YNK’ê ji vê yekê heye yan na. Tê diyarkirin ku MÎT hewl dide bi van faaliyetan di navbera PKK û Îranê de şer derxe.

Di çarçoveya konsepta dagirkirina başûrê Kurdistanê de dewleta tirk girîngiyê dide faaliyetên xwe yên îstixbaratê. Li gorî agahiyên berdest, yekîneyeke endamên MÎT’ê li bajarên başûrê Kurdistanê xebatên îstixbaratê dimeşîne. Hate zanîn ku yekîneyeke MÎT’ê li bajarê Silamaniyê dimîne û li çiyayê Sara yê li bakurê rojavayê Dukanê û navçeya Qeladizê û her wiha li ser sînorê Zele û Piştderê û li derdora çiyayê Mamend, gundên Berdê Qeleşiw, Spîro û Zoryan xebatên çavdêrî û keşfê dike. Piştî ku li dijî Qadên Parastina Medyayê operasyon hate destpêkirin, ew xebatên MÎT’ê yên li van herêman jî zêdetir bûn.

Gelo haya YNK’ê jê heye?

Di sala 2017’an de li bajarokê Dukanê yê girêdayî Silêmaniyê ji hêla gerîlayên HPG’ê ve 2 endamên MÎT’ê bi Operasyona Şehîd Sakîne Cansiz hatibûn girtin û YNK’ê xuya kiribû ku haya wan ji van faaliyetan tune ye. Di serî de qadên Zele û Pişderê yên Raperînê ku di berxwedana li hemberî rêjîma Sedam de bûbûn sembola berxewedanê, ji bo ku gerîlayên PKK’ê ji vê herêmê werin tasfiyekirin nayê zanîn bê ka li ber hêzên dagirker ên dewleta tirk hatine vekirin an na.

Li başûrê Kurdistanê nemaze li herêmên di bin kontrola YNK’ê de faaliyetên MÎT’ê pir balê dikişînin. Li van herêmên di bin kontrola YNK’ê de endamên MÎT’ê faaliyetên xwe yên îstixbaratê di demên dawîn de zêde kirine û di bûyerên dawîn de şopên MÎT’ê hene. Ev yek jî gumanan çêdike ku haya YNK’ê ji van faaliyetên MÎT’ê heye.

Hebûna MÎT’ê li Başûr û provokasyonên wê

Di rojên borî de li Pencewînê Îkbal Mûradî hatibû qetilkirin û hatibû îdiakirin ku endamên MÎT’ê yên li Silêmaniyê ev kiryar pêk aniye. Hatibû şîrovekirin ku MÎT hewl dide bi van bûyerên provokatîf di navbera Îran û PKK’ê de şer derxe. Her wiha li Silêmaniyê ciwanek hatibû kuştin, gotegot derketibûn ku PKK’ê ev yek kiriye û bi vî awayî hewl dabûn PKK û YNK’ê li dijî hev biazirînin. Hate zanîn ku ev faaliyetên provokatîf bi şêwaza suîqastan pêk hatine û ji hêla MÎT’ê ve hatine kirin.

Rayedarên YNK’ê tu daxuyanî nedan bê ka haya wan ji van faaliyetên MÎT’ê heye û qadên di bin kontrola YNK’ê de li ber faaliyetên MÎT’ê hatine vekirin yan na.

ANHA