Mijarên îro rojnameyên Erebî behsê kirine ev in

Rêjîma Sûriyeyê hêza xwe ya leşkerî li sînorê Idlibê zêde dike û li dijî komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê amadekariya çalakiyeke leşkerî dike. Tirkiye bi hemû derfetên xwe hewl dide komên çete di bin navekî niştimanî de kom bike da ku vê herêma Sûriyeyê di bin dagirkeriya xwe de bihêle. Nakokiyên di navbera Îran û Amerîka de bandorê li pejirandina serokwezîrê Îraqê yê nû dike.

Mijarên îro rojnameyên Erebî behsê kirine ev in
13 tebax, 2018   07:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kirin. yek ji van mijaran belavbûna hêzên leşkerî yên rêjîma Sûriyeyê li nêzî parêzgeha Idlibê û serweriya hêzên rêjîmê li çolistana Siwêda. Rojnameyan her wiha behsa nakokiyên di navbera Îranê û Amerîka de kirin û bandora wê li ser Îraqê. Her wiha bal kişandin ser rewşa Yemenê û herêma Xeza ya Filistînê û gelek mijarên din.

Rêjîm hêza xwe li nêzî Idlibê belav dike û Tiriye hewl dide çeteyên xwe komî ser hevûdu bike

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê, rojnameyan behsa belavbûna hêzên leşkerî yên rêjîmê li nêzî Idlibê kirin. ronameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "rêjîma Sûriyeyê bi riya mezintirîn hêzeke leşkerî behsa şerekî mezin li Idlibê dike. Opozîsyon jî 'sînordariya' wê piştrast dikin."

Rojnameyê diyar kir ku piştî serkeftina rêjîma Sûriyeyê li hemberî opozîsyonê li gelek herêman ku bêyî alîkariya hevkarên xwe Rûsya û Îranê ti carî nikaribû pêk bîne, daxuyaniyên fermî û ne fermî ku dibêjin dê şerekî mezin li Idlibê dest pê bikin ku asta belabûna zêde ya hêzên rêjîmê li gundewarên Heleb û Hemayê diyar dike.

Rojnameya El-Heyat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Artêşa opozîsyona Sûriyeyê li pêşiya pêşveçûnên rêjîmê dibe asteng". Rojnameyê diyar kir ku guman e Artêşa Niştimanî ku opozîsyon bi alîkariya Tirkiyeyê hewl dide ava bike li pêşiya serweriya rêjîma Beşar El-Esed li bakurrojavayê Sûriyeyê asteng dike, eger opozîsyon karibe dijberiyên xwe yên hundirîn bidawî bike.

Siwêda di bin serweriya hêzên rêjîmê de ye

Girêdayî rewşa parêzgeha Siwêda rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Siwêda bi temamî di bin serweriya rêjmê de ye". Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîmê karibû pêşveçûneke stratejîk bi dest xwe ve bîne û serweriya xwe li giştî parêzgeha Siwêda û çolistana wê ya rojhilat û bakurrojhilat ferz kir. Li aliyekî din piştî hewldanên serbestberdana rehîneyên Siwêda ku çeteyên DAIŞ'ê revandine têk çûn metirsiya welatiyan zêde dibe ku guman e çete van rehîneyan bikujin. Nemaze piştî ku ciwanek ji van rehîneyan hate kuştin û jinek di bin mercên ne diyar de hatiye kuştin. Her wiha piştî ku çete ber bi gundewarê Şamê ve hatin veguhestin ti agahî derbarê çarenûsa van rehîneyan de nehatine bi dest xistin.

Vebijêra Îsraîlê hilweşandina Hemasê ye û amadekariyên çalakiyên kuştina rayedarên Tevgerê

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl gefa hilweşandina Hemasê dixwe". rojnameyê diyar kir ku Îsraîlê helwesta xwe li hemberî Tevgera Hemasê hişktir kiriye û gefa hilweşandina wê dixwe. hin çavkaniyên ewlehî jî ragihandin ku Îsraîl pilan dike ku çalakiyên kuştina rayedarên Tevgerê ji nû ve bide destpêkirin.

Îranê hevpeymana parvekirina derya Xezarê red kir

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hevpeymana parvekirina derya Xezarê û Rohanî dûrî wê tevdigere".

Urdunê ragihand ku dê bê rehmet Derketiyan (Xewaric) bikuje

Girêdayî mijara Urdunê rojnameya Şerq El-Ewesat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Qiralê Urdunê: Em ê bê rehmet Derketiyan bikujin". Rojnameyê diyar kir ku rayedarên Urdunê duh ragihandin ku di çalakiya li dijî şaneya terorîst de 4 endamên hêzên ewlehiyê û 3 terorîst hatine kuştin. Qiralê Urdunê Ebdullah ê Duyemîn ragihand ku dê bê rehmet Derketiyan bikuje.

Nakokiyên Îran û Amerîka hevbendiyên bilokên Îraqê girêkok dike

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameyan behsa dijwarbûna nakokiyên di navbera Îran û Amerîka de û bandora wê li ser Îraqê kirin. rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Tunebûna lihevkirina Îran û Amerîka pejirandina serokwezîrê hikûmeta Îraqê asteng dike."

Sozên Ebadî ji xwepêşandêran re rastî astengiyên qanûnî tên

Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "astengiyên qanûnî hişt ku sozên hikûmeta Ebadî ji xwepêşandêran re pêk neyên".

Artêşa Yemenê serweriya xwe li ser bajarê El-Dirêhmî ferz kir

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameya El-Heyat di nivîseke xwe de diyar kir ku Artêşa Yemenê piştî şerekî dijwar li dijî çekdarên Hosiyan bajarê El-Dirêhmî rizgar kir.