Kooperatîfên Girkê Legê; serkeftin û astengî

Kooperatîf li Girkê Legê di bicihanîna xwe bi xwe têrkirinê de hindek serkeftin bi dest xistine. Lê ji ber kêmzanabûna hin çînên civakê bi girîngiya kooperatîfan, di berfirehkirina qada xwe de rastî astengiyan tên.

Kooperatîfên Girkê Legê; serkeftin û astengî
Kooperatîfên Girkê Legê; serkeftin û astengî
Kooperatîfên Girkê Legê; serkeftin û astengî
Kooperatîfên Girkê Legê; serkeftin û astengî
Kooperatîfên Girkê Legê; serkeftin û astengî
Kooperatîfên Girkê Legê; serkeftin û astengî
13 tebax, 2018   07:14

SEYDO ÎBO / QAMIŞLO

Kooperetîf yek ji hîmên civakê di peydakirina pêdiviyan li gorî rêgeza neteweya demokratîk ên girîng e.

Kooperetîf piştgiriya aboriya Rojava, birêxistinkirina aboriya civakî di nav şêniyan di forma hevkariyê de armanc dike. Her wiha ji bo rê li ber keysbaziya çîna bazirgan û serweriya wan li ser sûkên herêmî bigire, dixebite û têra herêmê ji berhemên herêmî ji madeyên xwarinê bi cih tîne.

Li navçeya Girkê Legê 3 kooperatîfên xwedîkirina sewalan, xwedîkirina qaz û çandiniyê hene. Her wiha firinek di avakirinê de ye. Her sê kooperatîf di demên cuda de di nav bera salên 2015-2018 hatine avakirin. Di bin çavdêriya Mala Kooperatîfan 500 kes beşdar tev lê bûne.

Endamê rêveber ê Mala Kooperatîfan ya Girkê Legê Celûd Mihemed Ebdî ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku kooperatîfan gavek ber biçav di kêmkirin buhaya hin pêdiviyên rojane li sûkê de bi dest xistiye û wiha pê de çû: "Qezenc bi awayekî giştî yanî her kesek beşdar jê sûdê bigire, bidest xistiye û ji menfeata takekesî dûr dikeve."

Her wiha Ebdî diyar kir ku kooperatîfa çandiniyê bi awayekî erênî di kêmkirina nirxê sebzeyên havînê li sûkên navçeyê de rolek lîst. Rêgeza xwe bi xwe têrkirinê li herêmê bi cih anî û bi awayekî neyekser sûd li şêniyan kir.

Astengî û têgihîştina şaş

Li gorî Ebdî, hin çînên civakê girîngiya kooperatîfan şaş nas kirine. Hinek şênî wê wek çavkaniyeke qezencê dibînin û bi çend navan beşdarî kooperatîfê dibin. Bi vî awayî mafên kesên din di beşdarbûna kooperatîfan de dixwin.

Ebdî diyar kir ku di rêvebirina hin kooperatîfan de ji ber tunebûna kesên bi tecrube, rastî astengiyan tên û wiha domand: "Mînak kooperatîfa xwedîkirina qazan, destpêkê ji ber nenaskirina şêwaza rast a xwedîkirinê, gelek qaz mirin. Niha piştî xebitandina hin kesên bi tecrube, ev pirsgirêk çareser bû."

Mala Kooperatîfan ji bo şîrovekirina kooperatîfên hevkariyê û armancên wê, pêngava zanakirinê bi rêya komînên gund, navçe û bajarokên girêdayî navçeyê di rojên pêş de dê dest pê bike.

(şx)

ANHA