Li bajarê Qamişlo hemleya paqijiyê

Miduriyeta Ekolojiyê ya Kantona Qamişlo bi dirûşma "Dest bi dest em ê bajarê xwe paqij bikin" dest bi hemleya paqijiyê û rakirina sergoyê ji tax û kolanên serkeke yên navçeya Xerbî ya bajêr kir.

Li bajarê Qamişlo hemleya paqijiyê
Li bajarê Qamişlo hemleya paqijiyê
Li bajarê Qamişlo hemleya paqijiyê
Li bajarê Qamişlo hemleya paqijiyê
Li bajarê Qamişlo hemleya paqijiyê
Li bajarê Qamişlo hemleya paqijiyê
Li bajarê Qamişlo hemleya paqijiyê
12 tebax, 2018   10:22

QAMIŞLO

Di demên dawîn de ji ber kêmbûna alavên paqijiyê û ji ber ku şaredarî erka xwe baş pêk naynin, li gelek bajar û herêmên Rojava-Bakurê Sûriyeyê sergo (çop) li kolanan belav bû. Ji ber vê yekê gelek pêkhateyên baja nerazî bûn. Ji ber ku ji ber kombûna sergoyê nexweşî zêde dibin û bêhnên nexweş belav dibin.

Ji ber vê yekê pêkhateyan bang li şaredariyên gel kir ku bi awayekî lezgîn sergoyê ji kolanan rakin. Ji ber vê yekê Buroya Ekolojiyê ya şaredariyan dest bi hemleyeke berfireh ji bo paqijî û rakirina çopê ji tax û kolanên navçeya Xerbî ya bajarê Qamişlo (Taxa Xerbî, Kornîş, Siyahî û Hilêliyê) kir.

Sazî, meclisên xizmetguzarî û sivîl ên herêma Cizîrê, xebatkarên paqijiyê û hevserokên şaredariyên Qamişloyê tev li hemleya paqijiyê bûn. Ji bo paqijkirina kolan û taxan kom hatin avakirin. Her komek li taxekê belav bû. Çop hatin rakirin û ber bi cihê komkirina çopê ve hatin avêtin. Her wiha broşûrên ji bo paqijiyê û paqijkirina bajêr hatin belavkirin.

Di vê çarçoveyê de hevseroka Şaredariya Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo Mûna Farûq bang Ii hemû şêniyan kir ku alîkariya şaredariyê bikin û bajarê xwe paqij bikin.

(bx)

ANHA