Li Sermeda depoyê cebilxaneyê yê çeteyan teqiya

Li bajarokê Sermeda yê girêdayî Idlibê, depoyeke cebilxaneyê ya çeteyên dewleta tirk teqiya.

Li Sermeda depoyê cebilxaneyê yê çeteyan teqiya
12 tebax, 2018   10:23

ŞEHBA

Teqîn îro di saetên sibê de pêk hat. Cihê cebilxaneyê ku ji 5 tebeqeyan pêk tê, li hemberî kargeha El-Bedewî ye.

Di encama teqînê de, avahiya 5 tebeqe bi tevahî hate rûxandin û hate zanîn ku ji çete û sivîlan kuştî û birîndar hene. Der barê sedema teqînê de agahî nehatin zanîn.

(kc)

ANHA