Li 6 gundên Tebqayê pirsgirêka avê

6 gundên rojavayê Tebqayê ji ber daketina rêjeya herikîna ava çemê Firatê rastî pirsgirêkên peydakirina avê tên.

Li 6 gundên Tebqayê pirsgirêka avê
Li 6 gundên Tebqayê pirsgirêka avê
Li 6 gundên Tebqayê pirsgirêka avê
12 tebax, 2018   10:21

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Di encama berdewama kirinên Tirkiyeyê de ku ev demek e herikîna ava çemê Firatê ji ser Sûriyeyê biriye, welatiyên herêmê rastî gelek astengiyan tên û rewşa jiyanî li herêmê dijwartir bûye, nemaze ji ber ku giştî welatiyên herêmê debara xwe girêdayî herikîna ava çemê Firatê dikin.

Di encama kêmbûna zêde ya rêjeya herikîna ava çemê Firatê de navenda belavkirina avê ya Ebû Hureyra jî rawestiya. Ev navend ava vexwarinê ji 6 gundên derdorê re peyda dike û niha welatiyên van gundan rewşeke jiyanî ya dijwar derbas dikin.

Welatiyên van gundan neçar dimînin ku ava xwe bi panzeran peyda bikin û bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildar kir ku rê li pêşiya van destdirêjiyên Tirkiyeyê bigirin.

ANHA