Li Şamê Kongreya Star dewreyeke perwerdeyê vekir

Rêxistina Kongreya Star li taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şam bi armanca xurtkirina asta zanebûna jinê dewreyeke perwedeyê vekir.

Li Şamê Kongreya Star dewreyeke perwerdeyê vekir
Li Şamê Kongreya Star dewreyeke perwerdeyê vekir
Li Şamê Kongreya Star dewreyeke perwerdeyê vekir
Li Şamê Kongreya Star dewreyeke perwerdeyê vekir
Li Şamê Kongreya Star dewreyeke perwerdeyê vekir
Li Şamê Kongreya Star dewreyeke perwerdeyê vekir
11 tebax, 2018   06:51

ŞAM

Di çarçoveya çalakiyên Kongreya Star de û bi armanca xurtkirina asta zanebûna jinê li taxa Zorava ya paytexa Sûriyê Şam dewreyeke perwerdeyê hate destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê beriya du rojan li taxa Zorava hate destpêkirin. Hejmarek ji jinên taxê tev li dewreya perwerdeyê bûne.

Dewreya perwedeyê dê mehekê dewam bike. Di dewreyê de dersên li ser girîngiya perwerdeyê, dîroka jinê, netewa demokrtîk, pîvanên wê, lingên wê yên sereke û çand û exlaq dê werin dayîn.

Di vê çarçoveyê de jinên ku tev li dewreyê bûne destnîşan kirin ku perwerde ji bo jinan pir girînge da ku jin rastiya xwe, rastiya civakê û dîroka herêmê baştir nas bike.

Jinan kêfxweşiya xwe bi tevlîbûna dewreya diyar kirin ji ber ku dê asta zanebşna wan xurt bike û bi awayekî baştir dê ji bo rizgarkirina jinê bixebitin.

Her wiha jinan gotin dewreyên bi vî awayî rê li pêşiya zanebûna jinê û têghiştina wê ji aliyê siyasî re vedike her wiha asta têkoşîna rizgarkirina wê xurt dike.

Jinên ku tev li dewreya perwedeyê bûne bang li hemû jinan kirin da ku tev li dewreyên perwerdeyê bibin û ji bo ku rastiya xwe nas bikin.

(bx)

ANHA