'Dadgeha çeteyan kesên revandine bi 2 hezar û 500 dolar serbest berdide'

Welatiyekî Efrînê piştî ku bi propagandeya dagirkeriya Tirkiyeyê hate xapandin û vegeriya Efrînê serpêkhatiya xwe ji ajansa me ANHA'yê re vegot. Welatî diyar kir ku her komeke çeteyan di Efrînê de bi serê xwe "dewletek" e û tişta ku dixwaze pêk tîne. Her wiha dengên îşkenceyan di hundirê dibistanan de rojane bilind dibin û got ku çeteyan ew revandin û îşkenceya giran li wî kirin.

'Dadgeha çeteyan kesên revandine bi 2 hezar û 500 dolar serbest berdide'
11 tebax, 2018   07:18

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Welatiyekî Efrînê ku nexwest navê xwe eşkere bike (Î. B.) diyar kir ku piştî dagirkeriya artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê, diyar kir ku ew bi propagandeya dagirkeriya Tirkiyeyê ku dibêje "li Efrînê aramî pêkhatiye" hate xapandin û vegeriya Efrînê.

Î. B. diyar kir ku piştî vegeriya Efrînê rewş berûvajî îdîaya dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê bû û ew 45 rojan hate girtin û îşkenceyên giran li hatine kirin.

Î. B. Serpêkhatiya vegera xwe ya Efrînê û derketina wî ya ji Efrînê ji ANHA'yê re wiha vegot: "Danûstandina artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê bi welatiyên Efrînê re gelekî xirab e. Komên çete rojane bi dehan welatiyan direvînin û îşkence dikin. Gelek welatî bêtirî 6 caran hatine revandin. Her komeke çeteyan bi serê xwe tevdigere. Gelek welatî ji aliyê komeke çete ve hatine revandin û piştî pere jê distînin serbest berdidin, piştî çend rojan komeke çeteyan ya din careke din heman welatî direvîne û di bin gefa kuştinê de pereyan ji xizmên wî dixwazin."

Î. B. da zanîn ku bi sedan welatiyên Efrînê di zîndana bajarê Çoban Beg a bakurrojhilatê Helebê de hatine girtin û çarenûsa bi sedan welatiyên Efrînê hêjî ne diyar e û evan welatiyên bê sûc û guneh rojane rastî îşkenceyan tên.

Î. B. got ku dagirkeriya Tirkiyeyê gelek dibistan ji bo girtiyan veqetandine û dengê îşkenceyan rojane bilindtir dibe û wiha domand: "Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê baregehên xwe yên leşkerî di nava welatiyan de ava dikin. Weke mînak li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê 4 baregehên leşkerî yên çeteyan hene û tevgera welatiyan li gorî daxwaza wan bi kazezekê tê meşandin. Welatî tenê ji saet 09:00'an heta 14:00 dikarin ji mala xwe derbikevin û pêdiviyên xwe yên jiyanî werbigirin. Tevî vê yekê jî gelek caran çete di bin hincetên cûda de bi ser malên welatiyan de diçin û talan dikin."

Î. B. got ku ew di roja duyemîn a cejna qurbanê de li rex sê zarokên xwe bi tewanbariyên bê bingeh ji aliyê çeteyên Cebhet El-Şamiyê ve hatin revandin û li Navenda Hatûçûnê ya li nêzî çerxeriya Kawa Hesinkar a bajarê Efrînê hatin girtin. Î. B. da zanîn ku lêpirsîna wî ji aliyê kesê bi navê Ebû Elî Darazî ve hate kirin û ew bêtirî 10 rojan girtî ma û bê navber îşkence li wî dikirin û wiha anî ziman: "piştî 4 rojan ji girtinê zarokên min serbest berdan û ez veguhestim avahiya Meclîsa Zagonsaz a navenda bajarê Efrînê. Li vir bêtirî 200 çete û leşkerên Tirk hebûn, lê li vir wan ez wernegirtim û piştre ez veguhestim dibistana Emîr Xobarî ya li qada Azadiyê ya bajarê Efrînê. Li vir bi dehan çeteyên di bin navê Asayîşa sivîl de hebûn û bêtirî 1000 leşker hebûn. Li vir ez nêzî 20 rojan hatim girtin. Komên çete yên cûda her tim ez bi alîkariya bi YPG'ê re tewanbar dikirim û pere ji min dixwastin."

Î. B. Serpêkhatiya xwe wiha domand: "Piştî îşkenceyên dijwar li vê dibistanê cara çaremîn jî ez veguhestim dibistana El-Keramê ya li taxa Efrîna Kevin. Li vir ez 15 rojan di bin îşkence û lêdana hovane de girtî mam. Li vir bi dehan çete û leşkerên Tirk hebûn. Rojane welatiyên sivîl digirtin û îşkence li wan dikir û mal û milkên wan talan dikirin. Herî dawî ez radestî çeteyên bi navê asayîşa sivîl kirim da ku min radestî dadgeha çeteyan a li nêzî nexweşxaneya Avrîn bikin."

Î. B. got ku bi sedan welatî di vê dadgehê de hatibûn girtin û welatiyên karibin pereyan bidin serbest dihatin berdan û wiha eşkere kir: "Di dadgeha çeteyan de welatiyên hatine revandin yên ku 2500 dolar bidin serbest dihatin berdan."

Î. B. di dawiya axaftina xwe de got ku piştî ew serbest berdan ew li rex malbata xwe ku ji 12 kesan pêk tê karibûn ji Efrînê bi pereyan derbikevin û ji bo her endamekî malbatê wî 200 dolar daye çeteyan da ku ji Efrînê derbikeve.

ANHA