Rewşa siyasî ji welatiyên Kobanê re hate nirxandin

Di nava rêze civînên ku TEV DEM'ê ji bo şîrovekirin û nirxandina rewşa dawî, li Kobanê û gundewarên wê lidar xistine de, duh bi şêniyên navçeya Qinê ya rojavayî bajarê Kobanê re civiya.

Rewşa siyasî ji welatiyên Kobanê re hate nirxandin
Rewşa siyasî ji welatiyên Kobanê re hate nirxandin
Rewşa siyasî ji welatiyên Kobanê re hate nirxandin
Rewşa siyasî ji welatiyên Kobanê re hate nirxandin
Rewşa siyasî ji welatiyên Kobanê re hate nirxandin
Rewşa siyasî ji welatiyên Kobanê re hate nirxandin
Rewşa siyasî ji welatiyên Kobanê re hate nirxandin
11 tebax, 2018   06:47

KOBANÊ

TEV-DEM'ê li navçeya Qinayê ya girêdayî bajarê Kobanê civînek ji welatiyan re lidar xist û di civînê de rewşa siyasî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê TEV DEM'ê Ferhan Kobanê rewşa siyasî ji welatiyan re nirxand û wiha da zanîn: "Em dixwezin sîstema  xweseriya demokratî ava bikin lê çavê dijminê me barnabe û dijminê me dibêje çawa Kurdekî tune dikare sîstemekê ava bike û ji ber vê dibêjin em tune ne lê beriya niha em weke hebûnekê li ser erdê û li pêş çavê gerdûnê di her aliyê de hene "

Di civînê de her wiha hevseroka Meclisa TEV DEM'ê Eyşe Efendî bal kişand ser tecrîda dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Ev 7 sal in agahiya me ji rewşa Serok APO tune ye. Dewleta Tirk hêjî tecrîda li ser Rêber APO hişk dike û rê nade parêzer û malbata wî da ku serdana wî bikin. Kurdistaniyên li Ewropa û li her çar parçeyên Kurdistanê divê asta têkoşîna xwe ji bo azadkirina Rêber APO bilind bikin. Bilindkirina têkoşînê bi taybet ji jinan tê xwestin ji ber ku azadiya Rêber APO azadiya jinan e."

Eyşe bi bîr anîn ku ev komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan ku ji aliyên Îsraîl, Amerîka, Rûsya û Tirkiyeyê ve hatiye meşandin, hêjî bi riya tecrîdê berdewam dike û dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê berdewama heman komployê ye.

Civîn bi durismeyên "bijî Serok Apo,bijî berxerdana Efrînê" bi dawî bû.

(sn/şm)

ANHA