Lîreya Tirk her kêlî nirxê wê dadikeve

Lîreyê Tirk li bara dolar û euro her kêlî ji nirx dikeve. Vê sibehê 1 dolar bû 6.20 lîre.

Lîreya Tirk her kêlî nirxê wê dadikeve
10 tebax, 2018   08:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Pênşemê 1 dolar 5.50 lîre bû, sibeha Înê bi carekê re dolar li bara lîreyê Tirk pir zêde bû. Windahiya lîreyê Tirk berfirehtir bûn.

1 dolar vê sibehê bû 6.2826 û euro jî bû 7.2254. Lîreyê Tirk 2018’an bû yek ji wan piyaseta pereyan ku herî pir ji nirx ketî.