Çîroka wêneyê hovîtiya çeteyên dewleta tirk

Di dema êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê de, çeteyekî wêneyekî xwe li gel sivîlekî şehîdbûyî kişandibû û demeke dirêj di rojevê de mabû. Şahidê bûyerê çîroka wî wêneyî ji ajansa me re parve kir.

Çîroka wêneyê hovîtiya çeteyên dewleta tirk
Çîroka wêneyê hovîtiya çeteyên dewleta tirk
Çîroka wêneyê hovîtiya çeteyên dewleta tirk
Çîroka wêneyê hovîtiya çeteyên dewleta tirk
10 tebax, 2018   08:26

BASIL REŞÎD - ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Di êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê de, di serî de sivîl dihatin hedefgirtin. Artêşa dagirker ku teknîka heri pêşketî li Efrînê bi kar anî, zêdetirî 6 komkujiyan pêk anîn, ji bilî kuştinên ferdî yên bi destê leşker û çeteyan.

Çeteyan dema ku kirinên xwe yên nemirovî ji kuştina sivîlan pêk dianîn, wêneyên xwe di nava qurbaniyan de dikişandin. Mînakên vê yekê çeteyê bi navê Ziyad Ebû El-Hêş di qeydeke deng de digot "Serê her kurdekî li ser kêrê ye."

Yek ji wêneyên ku belav bûbûn û ketibûn rojeva Efrînê, çeteyekî kumekî bi sembola dewleta tirk daniye serê xwe, li pey wî jî sivîlekî ku di erebeya xwe de şewîtî, heye.

Yek ji şahidên vê bûyerê Îzet Şêx Mûsa ye. Mûsa çîroka wî wêneyî ji me re parve dike.

Îzet Şêx Mûsa ji gundê Şêxûrzê yê navçeya Bilbilê yê kantona Efrînê ye û 57 salî ye. Mûsa û zavayê xwe Îsa Îzet ku bûbûn hedefa êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyê wê, serpêhatiya xwe wiha parve dike: "Di roja dehemîn a Berxwedana Serdemê de, êrîşên dijwar li ser gundên navçeya Bilbilê hatin kirin, dikan hemû hatibûn girtin. Ez û kurê xalê xwe ango zavayê me, me xwest biçin bajarê Efrînê ji ber ku pêdivî ji me re pêwîst bûn, dema em gihaştin gundê Qornê, topek li me ket, erebe şewitî, kurê xalê min jî şehîd bû, laşê wî hemû şewitîbû, ez jî bi giranî birîndar bûm."

YPG‘ê ew xelas kir

Mûsa diyar kir ku piştî hedefgirtina erebeyê ew ji erebeyê dûr ket û xwe li darên zeytûnan girt û wiha çîroka xwe didomîne: "Bi zehmetî ez ber bi darên zeytûnan ve çûm, derdora saetekê ez li wir man, ji ber parçeyên di hemû laşê min de xwîn dirijiya. Paşê erebeyeke YPG‘ê hat û ez birim gundê Qeste Kaşikê da ku werim dermankirin. Îsa jî laşê jî bi erebeyê ve şewitîbû."

Mûsa destnîşan kir ku ew 4 rojan di nexweşxaneyê de ma, piştî destwerdana lezgîn ew rakirin Nexweşxaneya Avirîn, li wir jî 4 rojan dimîne. Mûsa diyar kir ku cenazeyê ku çeteyekê wêne li ber kişand, ê Îsa Îzet bû.

Îzet Şêx Mûsa di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku erka xwe ya li beramberî sivîlan bi cih bînin û wiha got: "Jiyana gelek sivîlan di xeteriyê de ye, ji ber ku rêjîma Sûriyeyê rêya Helebê girtiye, nahêle tu kes ji bo dermankirirnê biçe Helebê."

(bb/ew)

ANHA