Endamê HDP’ê yê li başûr ev 10 roj in agahî jê tune ye

Endamê Nûnertiya HDP`ê li Herêma Kurdistanê Abîd Îke diyar kir ku parezêrên ku dixwazin agahiyekê ji endamê wan Mehmet Vefa Koçakli wergirin, bi gefên PDK`ê re rû bi rû dimînin.

Endamê HDP’ê yê li başûr ev 10 roj in agahî jê tune ye
10 tebax, 2018   07:52

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 1’ê Tebaxê ve endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Vefa Koçakli yê ku li Hewlêrê kar dikir, tu agahî jê nayên wergirtin. Koçakli nûnertiya HDP’ê ya li başûrê Kurdistanê agahdar kiribû ku Asayîşa Raperîn a bajarê Hewlêrê gazî wî kiriye. Piştî ku Koçakli çûye Asayîşê heya niha tu agahî jê nehatine. Ev 10 roj in agahî jê nayê girtin.

Der barê windabûna Mehmet Vefa Koçakli de endamê nûnertiya HDP’ê li Herêma Kurdistanê Abîd Îke bi rêya telefonê ji ajansa me re axivî û got ku ev girtin û binçavkirin hêza têkoşîna wan xurttir dike.

Abîd Îke diyar kir ku ev demek e tu agahiyên zelal ji endamê wan Mehmet Vefa Koçakli nayên wergirtin û wiha pê de çû: ʺZextên PDK’ê li ser endamên me yên HDP’ê ev demek e dewam dikin. PDK dixwaze endamên HDP`ê yên li Başûrê Kurdistanê û civaka başûrê Kurdistanê bixe bin hakîmiyeta xwe û wan bê deng bike.ʺ

PDK li dijî gelê Bakur û endamên HDP`ê zextê dimeşîne

Îke bal kişand ser polîtîkayên rêveberiya başûr û wiha got: “Rêveberiya başûr ji bo gelê  bakurê Kurdistanê û endamên HDP`ê yên hatine Başûr, hin xalên nivîskî amade kirine. Di wan xalan de, tê gotin ku pêwîst e li dijî polîtîkayên PDK`ê tu xwepêşandanan li dar nexin û di aliyê siyasî de jî pêwîst e bê deng bin. Asayîşa PDK`ê jî bi darê zorê dihêle ku gelê bakurê Kurdistanê û endamên HDP`ê îmze bikin.ʺ

Îke anî ziman ku parêzerên ku dixwazin rewşa Mehmed Vefa Koçakli nas bikin û agahiyan jê wergirin, bi gefên PDK`ê re rû bi rû dimînin û wiha got: “PDK bi van şêwazên girtinê zagonan binpê dibe.ʺ

Abîd Îke bi lêv kir ku kiryarên PDK`ê têkoşîna wan nadin sekinandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺPDK bi wan şêwazên binçavkirin û girtinê nikare me bê deng bike. Li dijî şêwazên PDK`ê têkoşîn û çalakiyên me wê zêdetir bibin.”

(kc/ew)

ANHA