Boko Haram li Nîjeryayê êrîş kir: 15 leşkerî hatin kuştin

Li eyaletta Borno ya Nîjeryayê Boko Haram êrîş bir ser leşkeran û 15 leşket hatin kuştin.

Boko Haram li Nîjeryayê êrîş kir: 15 leşkerî hatin kuştin
10 tebax, 2018   06:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşên Boko Haram ên li Nîjeryayê didomin. Îro li eyaleta Borno ya Nîjeryayê Boko Haram êrîşek bire ser leşkeran û 15 leşker kuştin.

Nîvê meha Tîrmeha jî li heman herêmê 20 leşkerên Nîjeryayê winda bûbûn.

Li vê herêmê gelek caran Boko Haram êrîşan dike. Ji 2009’an û vir ve 30 hezar kes hatine kuştin.