Silêman Cafer: Tirkiye hewl dide Peymana Milî zindî bike

Serokê Desteya Karûbarên Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cafer anî ziman ku dewleta tirk hewl dide projeya Mustefa Ataturk a Peyman Milî zindî bike, ji lew re êrîşî başûrê Kurdistanê dike û mudaxeleyê di bakurê Sûriyeyê de dike.

Silêman Cafer: Tirkiye hewl dide Peymana Milî zindî bike
10 tebax, 2018   06:39

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Serokê Desteya Karûbarên Derve ya Katona Efrînê Silêman Cafer li ser zêdegaviyên dewleta tirk a dagirker him li bakurê Sûriyeyê û him jî li başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

Cafer anî ziman ku çavbirçîbûna dewleta tirk vedigere serdema Mustefa Kemal Ataturk û wiha pê de çû: "Dagirkirina lîwaya Eskenderonê destpêka pêkanîna Peymana Milî bû. Qonaxa duyemîn jî parçekirina herêmên ji Deryaya Spî heya Kerkûkê ta ku paş bi hesanî dagir bike.”

Silêman Cafer nerazîbûna xwe nîşanî helwesta Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ya têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê da û wiha got: "Daxuyaniya serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku tê de bang li PKK‘ê kiriye ku bila ji başûrê Kurdistanê derkeve, cihê mixabiniyê ye. Kurdistan ne girêdayî partiyekî û ne jî milkê aliyekî ye, Kurdistan milkê hemû kurdan e. Îdeolojiya PKK‘ê dibêje ku kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ne, ji mafê vê partiyê ye ku li her cihê ku kurd lê hebin be."

Cafer destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê hewl dide başûrê Kurdistanê dagir bike da ku serkeftinên xwe yên dîrokî ji nû ve zindî bike û got ku gelê kurd li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê tê dikoşe.

Silêman Cafer di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ji bo ku armancên xwe bi cih bînin komên çete dide bikaranîn û îşaret bi destekdayîna komên çete li Efrînê kir û wiha got: "Komên çete yên li Efrînê hîs dikin ku dawiya wan nêzîk bûye, ji ber vê yekê binpêkirinên xwe yên talankirin, revandin û xwestina pereyan li beramberî sebestberdana kesên revandine, zêde dikin."

Serokê Desteya Karûbarên Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cafer zêdegaviyên dewleta tirk a dagirker ên li bakurê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li raya giştî ya cîhanî kir ku dagirkeran ji herêmên ku dagir kirine derxin.

(bb/ew)

ANHA