Li Reqayê di nava bajêr de 300 dar hatin çandin

Komîteya Hawîrdor û Parkan a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê bi hevkariya Buroya Jinan 300 dar di nava bajêr de çandin.

Li Reqayê di nava bajêr de 300 dar hatin çandin
Li Reqayê di nava bajêr de 300 dar hatin çandin
Li Reqayê di nava bajêr de 300 dar hatin çandin
9 tebax, 2018   11:59

REQA

Bi armanca vejandina xemla bajarê Reqayê, piştî ku di van 4 salên borî de ji ber şer û pevçûnan ziyanên mezin çêbûne, Komîteya Hawîrdor û Parkan a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê bi hevkariya Buroya Jinan nêzî 300 dar li kenarên rêyên sereke yên bajêr çandin.

Xebatên çandina daran ji kolana Bab Bexda a rojhilatê bajêr dest pê kir.

Hevseroka komîteyê Buseyna Mihemed da zanîn ku dê bi hemû hêz û derfetên xwe bixebitin da ku xemla bajêr ji nû ve vejînin û got ku ew wek jinên Reqayê ji dema bajar hatiye rizgarkirin ve cihê xwe di hemû kar û xebatan de digirin û dê bajarê xwe bi çandina daran bixemilînin.

ANHA