Parêzerên Kobanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir

Parêzerên kantona Kobanê ya herêma Firatê îro bi daxuyaniyekê tecrîda dewleta tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir.

Parêzerên Kobanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir
9 tebax, 2018   11:51

KOBANÊ

Di çarçoveya helwestên li dijî tecrîda hikumeta Tirkiyeyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de, îro sandîkeya parêzeran a kantona Kobanê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê sandîkayê Mihemed Etî ve li pêşiya avahiya sandîkayê hate xwendin. Di çalakiyê de bi dehan parêzer amade bûn û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em destdirêjiyên derexlaqî yên dewleta tirk der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi tundî şermezar dikin. Rêgirtina dewleta tirk li pêşiya serdana parêzeran da ku miwekilê xwe bibînin berovajî hemû qanûn û pîvanan e. Nemaze serdana parêzeran jî bi armanca temamkirina projeya aştiyê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye.

Hikumeta Tirkiyeyê bi van kirinên xwe û destdirêjiyên li dijî gelê kurd û rêberê wî berovajî hemû qanûn û pîvanên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan e. Em bang li hemû deste û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi berpirsyariyên xwe yên mirovî rabin û zextê li hikumeta Tirkiyeyê bikin da ku Rêber Ocalan were azadkirin.

Li hemberî vê yekê hikumeta AKP'ê tecrîda li ser Rêber Ocalan hişktir dike û ji mafên wî yên herî hêsan bê par dihêle. Armanca Tirkiyeyê ew e ku gelê kurd ji Rêber Ocalan dûr bixe û vîna azad a gel bişikîne. Tecrîda li ser Rêber Ocalan derbasî sala çaremîn dibe."

ANHA