Yekemîn çalakiya ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê li Helebê

Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê li Helebê yekemîn hemleya xwe da destpêkirin. Di hemleyê de belavok dê bêne belavkirin da ku bihêlin ciwan bi rola xwe di civakê de rabin û girîngiya rola xwe di avakirina civakê de pênase bikin.

Yekemîn çalakiya ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê li Helebê
Yekemîn çalakiya ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê li Helebê
Yekemîn çalakiya ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê li Helebê
9 tebax, 2018   11:37

HELEB

Piştî ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê buroya xwe li bajarê Helebê vekir, ji bo pênasekirina rêgez û armancên partiyê, buroya ciwanan a girêdayî partiyê hemleyek da destpêkirin. Ciwan dê di hemleya xwe de belavokan belav bikin û banga pêwîstiya beşdarbûna ciwanan di hemû aliyên avakirina civakê de bikin.

Di vê hemleyê de ku yekemîn hemleya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ye, belavok li ser dîwanên taxa Şêxmeqsûdê hatin daliqandin. Di van belavokan de rêgezên partiyê û nêrîna wê ji ciwanan re û di avakirina civakê de rola ji ciwanan tê xwestin, hatiye nivîsandin.

Girêdayî mijarê endama rêveberiya Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Berai Mehmûd behsa armaca vê hemleyê kir û got ku armanc ew e ku rêgezên partiyê bêne pênasekirin û bi taybet girêdayî beşdarkirina ciwanan di xebatên pêşxistin û birêxistinkirina civakê de.

Berai Mehmûd bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî hemleya wan bibin û di avakirina civakê de bi roleke aktîf rabin.

ANHA