Di êrîşeke Koalîsyona Erebî de herî kêm 39 xwendekar hatin kuştin

Balafirên girêdayî Koalîsyona Erebî li dijî otobuseke xwendekaran li devera Dehyan a parêzgeha Sehda ya Yemenê êrîşek pêk anî.

Di êrîşeke Koalîsyona Erebî de herî kêm 39 xwendekar hatin kuştin
9 tebax, 2018   11:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala RT ya Rûsyayê xwe spart çavkaniyekî ewlehiyê li parêzgeha Sehda ya Yemenê û ragihand ku bi dehan xwendekar di encama êrîşeke balafirên girêdayî Koalîsyona Erebî de li devera Dehyan hatin kuştin û her wiha gelek jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên girêdayî hêzên hûsiyan heta niha 39 cenaze wergirtine û herî kêm 51 birîndar di nexweşxaneyên herêmê de tên dermankirin. Her wiha hate diyarkirin ku piraniya qurbaniyan zarok in.

Ji sala 2014'an ve li Yemenê di navbera hêzên hûsî û hêzên artêşa Yemenê de şer û pevçûn rû didin. Di sala 2015'an de piştî ku Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Siûdiyê destwerdana aloziyê kir, şer û alozî dijwartir bûye.