Kongreya Sêyemîn a YJC`ê dest pê kir

Kongreya Sêyemîn a YJC’ê bi dûrişma ʺBi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin, bi pêşengiya jinên ciwan em ê Sûriyeyeke azad ava bikinʺ dest pê kir.

Kongreya Sêyemîn a YJC`ê dest pê kir
Kongreya Sêyemîn a YJC`ê dest pê kir
8 tebax, 2018   09:03

QAMIŞLO

Kongre Sêyemîn a Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li bajarokê Rimêlan ê girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê bi tevlêbûna 800 delegeyên ji tevahiya herêmên Bakurê Sûriyeyê dest pê kir. Salona kongreyê bi wêneyên şehîdan hate xemilandin. Her wiha şandeyên ji sazî û desteyên jinan ên Bakurê Sûriyeyê û şandeyeke ji Şengalê jî tev li kongreyê bû.

Kongre bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê ji bo rêvebirina kongreyê 5 delege wek dîwan hatin hilbijartin.

Piştre ji rêveberên TEV-DEM`ê Medya Mihemed axivî û lidarxistina kongreyê li hemû jinên ciwan ên Bakurê Sûriyeyê pîroz kir. Medya Mihemed tekez kir ku bi rêya şoreşa Rojava wan ji hemû cîhanê re îspat kir ku jin di her aliyê jiyanê de dikarin rola xwe bilîzin û civakê bi pêş bixin.

Li gorî komîteya amadekar, dê axaftin ji aliyê mêvanan ve werin kirin, paşê rapora xebatê ya du salan were xwendin û ji aliyê jinên ciwan ve were nirxandin. Her wiha rêziknameya YJC`ê li Bakurê Sûriyeyê were xwendin. Tê payîn ku kongre bi avakirina meclisa jinên ciwan ku ji 23 kesan pêk tê, bi dawî bibe.

(kc)

ANHA