ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-08-2018
7 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-TEV-DEM‘ê di çarçoveya rêzecivînên şîrovekirina rewşa siyasî de civînekê li navçeya Şêran a kantona Kobanê li dar dixe. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata (M.C) ji ber kiryarên çete û leşkerên artêşa tirk a dagirker ên der heqê sivîlan ji Efrînê derketin navçeya Şêrawa dibêjin ku jiyana li Efrînê nayê tehemûl kirin û êdî nexwazin li wir jiyan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gundê Mele Ebas Şimalî yê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji ber binpêkirinên leşkerî tirk ên li ser sînor ji gundekî bi niştecihan dagirtî veguherî gundekî kavil. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di nava çîrokên bîranînên şehîdên azadiyê de şehîd Rêber Çilê bîranînên pir xweş di dilê zaroka bi navê Zîlan Nebî de hiştine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Zanistê ya Înma ya li bajaroka Hemra pêşxistina zanista zarokan û pêşkêşkirina alîkariya dirûnî armanc dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên kantona Kobanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê, ji bo ku astengiyan li ber dayikên ku kar dikin rake û ji wan re bibe alîkar, baxçeyekî zarokan bi navê Şehîd Rêmas di sala 2016`an de vekir û ev baxçe ji bo dayikên karmend û karker bûye destekeke mezin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Bi dirûşma "Mîhrecana Hezkirin û Jiyana Hevbeş" Mûdîriyeta Torîzîmî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Yekemîn Mîhrecana Kirînûfirotinê organîze dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li bajarê Hesekê gelek kes debara xwe bi servîsên motoran dikin, li aliyê din jî hinek kes ji bo keyfê di nava bajêr de tûran pê diavêjin û gel bêzar dikin. Gelê Hesekê û ajokarên motorên serwîsan bang li polîsên trafîkê kir ku wan kesên ku gel bêzar dikin, ceza bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşa koçberên kampa Eyn Îsa bi hatin demsala havînî û bilindbûna pileya germê re zehmetir dibe, di gel kêmderfetan jî çadir rizî ne. Rêveberiya kampê 600 çadirên riziyayî bi yên nû guhertin. Rêxistinên mirovî jî rewşa koçberan paşguh kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê xebatên xizmeta gel bê navber didomîne. Şaredariyê ceyran gihand gelek malan, her wiha toreyên avê sererast kirin, her wiha xebatên xwe yên rojane didomîne.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA