Di dilê Zîlana biçûk de hêviyên mezin ên şehîd Rêber

Di nava çîrokên bîranînên şehîdên azadiyê de şehîd Rêber Çilê bîranînên pir xweş di dilê zaroka bi navê Zîlan Nebî de hiştine.

Di dilê Zîlana biçûk de hêviyên mezin ên şehîd Rêber
Di dilê Zîlana biçûk de hêviyên mezin ên şehîd Rêber
Di dilê Zîlana biçûk de hêviyên mezin ên şehîd Rêber
Di dilê Zîlana biçûk de hêviyên mezin ên şehîd Rêber
Di dilê Zîlana biçûk de hêviyên mezin ên şehîd Rêber
Di dilê Zîlana biçûk de hêviyên mezin ên şehîd Rêber
Di dilê Zîlana biçûk de hêviyên mezin ên şehîd Rêber
7 tebax, 2018   04:20

ŞÎRÎN MIHÊDÎN-STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Zîlan Nebî bi temenê xwe yê 12 salî strana "Megirî megirî, dayê megirî" ku ew û şehîd Rêber bi hev re li ser tembûrê fêr bûbûn, piştî şehadeta şehîd Rêber di berxwedana Efrînê de, Zîlan wê stranê ji bo wî û Efrînê dibêje.

Dema ku Zîlan stranê li ser tembûrê lê dide, kêliyên bi şehîd Rêber ji nû ve di nava dilê wê de zindî dibin û rondik dikevin çavên wê.

Hevnasîna Zîlan û şehîd Rêber

Zîlan di 27'ê Mijdara 2017'an de di şahiya salvegera damezirandina PKK'ê de şehîd Rêber nas dike. Beriya ku hevaltiya wan dest pê bike, navê wê Zîzo bû lê piştî hevaltiya wan şehîd Rêber navê Zîlan li wê dike.

Hevaltiya wan 4 mehan dirêj dike lê Zîlan dibêje "Kêliyên herî xweş di jiyana min de bû". Di wan 4 mehan de Zîlan gelekî bi şehîd Rêber ve tê girêdan û tu gavan ji şehîd Rêber naqete lê piştî şehadeta wî Zîlan bi staran ku her duyan bi hev re fêr kiribûn, hestên xemgîniya xwe derdixe.

Di 20'ê Çileya 2018'an de artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşa xwe ya hovane li dijî herêma Efrînê dest pê kir. Şehîd Rêber bi armanca beşdarbûna Berxwedana Serdemê berê xwe dide Efrînê.

Zîlanê got ku wê 4 mehan bi şehîd Rêber re kêliyên herî xweş di jiyana xwe de derbas kirine û ev tişt anî ziman: "Şehîd Rêber mirovekî pir baş bû û dilê wî geş bû, wî ji min re cil û bergên gerîlayan anîn, ji min re rojbûna min a 12 saliyê çêkir û ez piraniya demê li gel wî dimam, ji bo wê ez pir pê ve hatim girêdan, hîna jî ez qet bi şehadeta wî bawer nakim."

Zîlanê di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo ku hêviyên şehîd Rêber pêk bînê diçe Navenda Çand û Hunerê û fêrî tembûrê dibe û her dem li gel hevalên wî dimîne.

Zîlan gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Ez êşa şehadeta şahîd Rêber ji bîr nakim lê dema ku Efrîn û Kurdistan bi giştî rizgar bibe ez ê wê demê şehadeta şehîd Rêber li Efrînê û Kurdistanê pîroz bikim.”

Şehîd Rêber Çilê (Receb Eyar) fermadarekî YPG'ê yê ji bakurê Kurdistanê ye, beşdarî gelek berxwedanên di nava Şoreşa Rojava de wekî berxwedana Kobanê û Reqayê bû û herî dawî tev li Berxwedana Serdemê bû. Piştî lehengiyeke mezin di şerê li dijî dagirkeriya tirk de li Efrînê di 2'yê Sibata 2018'an de gihaşt şehadetê.

ANHA