Li Şehbayê rêzecivînên şîrovekirina encamên konferansê Kongreya Star

Rêxistina Kongreya Star bi civînekê encamên konferansa kongreyê ji jinên li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê re şîrove kir.

Li Şehbayê rêzecivînên şîrovekirina encamên konferansê Kongreya Star
Li Şehbayê rêzecivînên şîrovekirina encamên konferansê Kongreya Star
Li Şehbayê rêzecivînên şîrovekirina encamên konferansê Kongreya Star
6 tebax, 2018   17:37

ŞEHBA

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Şehbayê rêzecivînên şîrovekirina encamên konferansa dawîn a kongre didomîne.

Rêxistinê îro li navçeya Til Rifetê civînek li dar xist.

Bi dehan jinên navçeyê di civînê de amade bûn.

Civîn bi rêzgiritnê dest pê kir. Paşê encamên konferansê, ku tê de rewşa siyasî û rêxistinî hatibû parvekirin, hate xwendin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Til Rifet Rîhana Rîban girîngiya berdewama xeta rêxistinbûyîn û têkoşînê, her wiha pêkanîna encamên konferansê destnîşan kir.

(bb)

ANHA