Li Colemêrgê dîsa 30 herêm hatin qedexekirin

30 herêmên girêdayî navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê li gel navenda Colemêrgê ji ber operasyonên leşkerî heta 14 rojan weke ‘Herêmên Ewlekariya Taybet’ hatin ragihandin.

Li Colemêrgê dîsa 30 herêm hatin qedexekirin
6 tebax, 2018   17:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Walîtıya Colemêrgê bi hinceta operasyonên leşkerî ji bo 14 rojan 30 herêmên girêdayî navçeyên Çelê, Şemzînan û Gever li gel navenda Colemêrgê weke ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ îlan kir. Qedexe ji 7’ê Tebaxê heta 21’ê Tebaxê dom dike.