Li Hesekê şervanekî YPG‘ê hate oxirkirin û nasnameya yekî din hate aşkerekirin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Kanîwar Hesekê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê hate oxirkirin. Di merasîm de nasnemaya şervanê YPG‘ê Celal Hesekê hate aşkerekirin.

Li Hesekê şervanekî YPG‘ê hate oxirkirin û nasnameya yekî din hate aşkerekirin
Li Hesekê şervanekî YPG‘ê hate oxirkirin û nasnameya yekî din hate aşkerekirin
Li Hesekê şervanekî YPG‘ê hate oxirkirin û nasnameya yekî din hate aşkerekirin
Li Hesekê şervanekî YPG‘ê hate oxirkirin û nasnameya yekî din hate aşkerekirin
Li Hesekê şervanekî YPG‘ê hate oxirkirin û nasnameya yekî din hate aşkerekirin
6 tebax, 2018   18:06

HESEKÊ

Şervanên YPG‘ê Ebdulfetah Nasir (Kanîwar Hesekê) û Umer Mîzer (Celal Hesekê ) 3‘ê Tebaxê di encama qezaya tirafîkê de şehîd bûn. Cenazeyê Umer Mîzer çend roj berê li ser daxwaza malbata wî li gundê Xanîkê hatibû veşartin.

Îro jî ji bo veşartina cenazeyê Kanîwar Hesekê merasîmek hate lidarxitin. Di merasîmê de nasnameya Celal Hesekê hate aşkerekirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê, cenazeyê şervanê YPG‘ê Ebdulfetah ( Kenîwar Hesekê ) ku bi wêneyên wê û çîçekan hatibû xemilandin ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwamekî ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê dawidiyê birin.

Girseya gel bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin" beriz dikirn. Li goristanê jî kerwanê oxirkirinê ji aliyê sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin.

Li vir li ser giyanên cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Armîn Mardo axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest di axaftina xwe de banga mezinkirina asta têkoşînê ta pêkanîna armancên şehîdan kir.

Di merasîmê de, ji fermandarên YPG‘ê Ebdulezîz  Hedo axaftin kir û ev tişt anî ziman, "Şehîd bi xwîna xwe ya pîroz riya me ronî kirin. Wekî YPG‘ê em soz didin ku em xeta wan berdewam bikin."

Her wiha ji endama Kongreya Star Helîme Hisên jî axivî û got,"Bi saya şehîdan em bi aramî jiyan dikin, bi keda wan em ê bi sekevin. Şehîd sax in tu carî namirin."

Piştî axaftinan wesîqa şehadetê ji aliyê Endama Meclîsa Mablatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatan wan hate kirin.

Di merasîmê de her wiha nasnameya şervanê YPG‘ê Umer Mîzer hate aşkerekirin.

Girseya gel,cenazeyê şehîd Kenîwar Hesekê di nava dirûşmeyan de spartin axê.

(sx)

ANHA