KPCD dewreya perwerdeyê ya 20 mamosteyan bi dawî kir

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewreya perwerdeyê ya pêşxistina 20 mamosteyan bi dawî bû.

KPCD dewreya perwerdeyê ya 20 mamosteyan bi dawî kir
6 tebax, 2018   16:22

HELEB

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê di çarçoveya xebatên pêşxistina asta mamosteyan de 17 roj berê ji bo 20 mamosteyan  bi navê "Şehîd Rûken Amed" dewreyeke perwerdeyê dabû destpêkirin. Di pewredeyê de dersên pêtagojî û rêbazên têkiliyên bi xwendekaran re hatin dîtin.

Dewreya perwerdê îro bi nirxandina perwerdeyê bi dawî bû.

ANHA