Ji ber erdheja li Endonezyayê herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li girava Balî ya Endonezyayê duh bi pileya 7 erd hejiya. Di erdhejê de herî kêm 37 kes mirin.

Ji ber erdheja li Endonezyayê herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan
6 tebax, 2018   06:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li rojhilatê  girava Balî ya Endonezyayê  bi pileya 7,0 erd hejiya. Di erdhejê de herî kêm 37 kes mirin.

Rayedaran  hişyariya tsûnamiyê dan û bang li gel kirin ku derkevin cihên bilind.

Piştî çend seatan hişyariya tsûnamiyê hate rakirin û hate diyarkirin ku erdhej 10 kîlometere di binê erdê de çêbûye. Di erdheja hefteya derbasbûyî de jî 17 kes mirîbûn.