Li Reqayê sewalkarî roj bi roj paşde diçe

Komîteya Berhemên Sewalkariyê ya Reqayê, erka pêşxistina beşa berhemên sewalkaran girtiye ser xwe. Komîteyê bi armanca pêşxistina berhemên sewalkariyê plansaziyek daniye pêşiya xwe. Endama komîteyê Xedîce El-Abdullah banga pêşkêşkirina alîkariyê li rêxistinên mirovî kir.

Li Reqayê sewalkarî roj bi roj paşde diçe
Li Reqayê sewalkarî roj bi roj paşde diçe
Li Reqayê sewalkarî roj bi roj paşde diçe
6 tebax, 2018   06:21

XALID CÛMA / REQA

Li Reqayê piştî çandiniyê sewalkarî tê. Piraniya şêniyên gundewarên Reqayê li gel çandiniyê sewalan xwedî dikin.

Komîteya Berhemên Sewalkariyê ya Reqayê erka pêşxistina beşa sewalkariyê girtiye ser xwe. Di vê çarçoveyê rûxsetê dide beytaran û şîretan pêşkêşî sewalkaran dike. Lê derfetên kêm li pêşiya xebatên komîteyê dibin asteng.

Çeteyên DAIŞ‘ê di dema ku Reqa dagir kiribû de amaborgo li ser şêniyan ferz kiribû. Xwediyên sewalan ji ber buhabûna êm û kêmbûna dermanên beytarî, sewalên xwe difirotin.

Li aliyekî din jî, çeteyan rêya Iraqê li ber qaçaxçiyên sewalan vedekir da ku li sûkên Iraqê sewalên wan werin firotin û rê dida bazirganên Iraqê derbasî Reqayê bibin û sewalan bikirin.

Di rewşa heyî de jî, sewalkarên Reqayê zehmetiyên kêmbûn û buhabûna êm, her wiha erzanbûna nirxên sewalan dikişînin. Ji ber ku sewalkarî girêdayî çandiniyê ye, pirsgirêkên ku di aliyê çandiniyê de derdikevin, bandoreke neyinî li sewalkariyê jî dikin.

Endama Komîteya Berhemên Sewalkariyê Xedîce El-Ebdullah diyar kir ku tunebûna dermanên ji bo aşlekirina çêlekan bandoreke neyinî li berhemên şîr kir û bang li rêxistinên alîkariyê kir ku alîkariyan pêşkêşî sewalkaran bikin.

Di gel kêmderfetan jî, komîteyê ji bo demên pêş plansaziyek daniye pêşiya xwe. Li gorî wê, hewl dide navendeke tenduristiyê û dermanxaneyeke beytarî veke û navenda aşlekirina (taman) sewalan li dijî nexweşiyan, saziya giştî ya êm aktîf bike. Komîte hewl dide hilberîna kurkan ne kêmî 150 hezar hêkan, nameze ku hilberîna Reqayê 200 hezar teyr e, zêde bike.

Li aliyekî din navenda serjêkirina mirîşkan vedike û meslexa beledî û buroyên lêkolînên zanistî yên taybet bi berhemên sewalkariyê jî aktîf bike. Her wiha mekanîzmeya ji bo parastina bizinan ji tunekirinê daniye.

(bb/ew)

ANHA